Dawîya dawîn qanûna çarçoveyî ku hema bêje her kes li bendê bû, pêşkêşî Meclisa Mezin a Tirkiyeyê hate kirin. Di encamê de bi dengê 467 parlementeran hate pejirandin, îcar em ê li benda pesendkirina sazîyên ewlehîyê yên dewletê bin. Dema ku mirov bala xwe dide qanûnê, mirov dibîne ku pir baldarî, li gorî berjewendîyên desthilatîya Tirkîyeyê hatiye amadekirin. Armanca qanûnê bêçekkirina PKKê ye. Em mafên kurdan ên neteweyî daynin alîyekî, der barê demokrasîya Tirkiyeyê de jî di qanûnê de tu bend û xal nîn in. Li gorî hinek gotegotan ev gava yekemîn e, piştî wê dê li gorî xala 7an a rapora meclisê di mafên demokratîk de jî qanûnek were rojevê, lê belê li ser vê yekê tiştekî zelal û pesendkirî tune ye.
Çima wisa bûye? Ji ber ku desthilatîya heyî ne xwedanê wê hêz û şîyanê ye ku rê li ber demokrasîyê veke. Heke tiştekî wisa bike, dê li ber pêla demokrasîyê çem û çem biçe. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê çend bere hene; bereya oldar û muhezekar; bereya kemalîst, bereya nîjadperest û bereya kurd.
Hêzên sosyalîst îro ne xwedanê vê şîyanê ne ku bibin hêzeke xweser a têkoşîna girseyî. Lewre jî hinek ji wan xwe didin alîyê kurdan, hinek jî xwe didin alîyê kemalîstan. Ji ber ku bi gelemperî tevgera sosyalîst wekî tevgereke rewşenbîran dimîne, ew jî dixwazin bi bîr û rayên xwe rê nîşanî bereya xwe bidin. Kurd ev çend deh sal in bûne hêzeke xweser a siyasî, lê belê hê jî ji hêla pergala serdest ve ev yek nehatiye pesendkirin.
Ev bereyên ku em qala wan dikin, helbet ne yekreng in, di nava her yekê de cudatî, nakokî û dubendî hene. Hinek kom û derdor li gorî rewşê helwesta xwe û bereya ku pê re tevdigerin diguhêrin. Bo nimûne bereya oldar beşek ji kurdan jî di nava xwe de dihewîne, heçî kurdên alewî ne, beşek ji wan jî hin caran xwe didin alîyê kemalîstan. Hemû bereyên tirkan dema ku mijar dibe kurd û mafên kurdan, dibin regezperest û dijberîya kurdan dikin.
Li alîyê din bereyê kurdan jî ne yekreng û yekdeng e. Îro li ser vê pêvajoyê di nav xwendeyên kurdan de kaosek heye. Gelek derdorên kurd berên tîrên xwe didin hêza desthilatdar a kurd. Bi xwe ne xwedanê wê hêz û şîyanê ne ku bereyeke neteweyî ava bikin, lewma jî dijberî û devjenîya Tevgera Apoyî dikin.
Li şûna ku banga xwe bigihînin bi milyonan kurdên ku piştevanîya mêtingerîyê dikin, bangî kurdên rêkxistî dikin da ku dev ji rêxistina xwe berdin û werin nav refên kurdên neteweperwer. Lê belê li holê tevgereke wiha jî nîn e. Li gorî bawerîya wan kurd li şûna ku piştevanîya Tevgera Apoyî bikin, hema biçin li mala xwe rûnin çêtir e.
Heçî rêveberên pêvajoyê yên kurd in ew jî ji daxwazên kurdan zêdetir guh didin bertekên tirkan. Du sedemên vê yekê hene; sedema yekem bereya nîjadperest a tirk xwe di nava mêjîyê tirkan de bi awayekî xurt bi rêxistin kiriye, bertek û nerazîbûnên xwe bi demeke kurt dide xuyakirin, dikare bandorê li aktorên kurd jî bike. Sedema duyem jî aktorên kurd, bi taybetî birêz Ocalan wisa dihizire ku kurd dê guh bidin bangên wî û bêhurmetîya wî nekin. Lê belê dema ku mirov bala xwe dide êrîşên li ser medyaya civakî, mirov dibîne ku beşek ji kurdan (an jî hinekên ku xwe xistine dilqê kurdan) êdî her cure pîvanên exlaqî danîne alîyekî, ji devê wan agir dibare, her cure çêr û dijûnan dikin.
Mixabin kesên ku bi awayekî tund êrîşî rêveberên vê pêvajoyê dikin, ne xwedîyê wê bîr û bawerîya xurt in ku gel li dora xwe kom bikin, bereyeke neteweperwer ava bikin, guvaşê li ser rêveberên pêvajoyê bikin da ku ew jî daxwazên neteweyî yên kurdan zêdetir bidin pêş. Li şûna wê bi çêr û sixêfan dilê xwe rehet dikin. Lê bi vê yekê peşkê li hevgirtina kurdan dixin.
Wekî encam; li ber kurdan du rê hene; yek rêya serxwebûnê ye ku ew rêyeke dijwar e. Ev kes û derdorên heyî jî piştî bidawîbûna şerê 40 salî yê ku encameke li gorî dilê neteweperwerên kurd bi xwe re neanî, nikarin civaka kurd ji bo vê dozê bi rêxistin bikin. Rêya duyemîn jî ya ku Tevgera Apoyî daye ber xwe ye; ew jî dixwaze li ser hîmê yeksanî û wekhevîyê jiyaneke hevpar bi gelên din re ava bike. Lê belê kodên civaka tirk rê nadin jiyaneke wiha, gelek tirk li şûna wekhevîya bi kurdan re -heke nekarin kurdan qir bikin-, dibe ku cudabûnê tercih bikin.
Li alîyê din ji bo jiyaneke hevpar û yeksan divê di navbera her alîyan de hevsengîyek hebe. Kurd bi rewşa xwe ya heyî gelekî qels û lawaz in. Divê hest û ramanên kurdan jî bi qasî yê tirkan xurt bibin, belkî ji tirkan zêdetir li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derkevin. Kurd bi hêz û şiyana xwe daxwaza desthilatîya tirkan a pişaftina kurdan di qirika wan de bihêlin. Ji bo vê yekê jî divê azadîxwazên kurd xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin bikin.




