Di sala 2017an de, li Katalonyayê raperîneke sîyasî pêk hat piştî dîktatoriya Franko ya ya di 1975an de bûyera herî krîtîk a dîroka welêt bû. Hukumeta Generalitatê ya di bin serokatiya Carles Puigdemont de, di 1ê kanûna pêşîn a heman vê salê de referandûmeke serxwebûnê lidar xist. Tevlî ku Dadgeha Destûrî ya Îspanyayê û hukumeta Madrîdê vê dengdanê wekî derveyî qanûnî ragihandibûn jî, hukumeta katalan paş ve gav navêt.
Pêvajoya “Procés” û sînorên qanûnî
Pêvajoya serxwebûnê ku wekî “Procés” tê naskirin, ji sala 2010an vir ve, piştî ku Dadgeha Destûrî beşek ji Statuya Otonomîya Katalonyayê betal kir, geş bû. Di sala 2015an de partiyên serxwebûnxwaz piranîya parlamentoyê bi dest xistin û soza referandûmê dan civakê.
Di 6 û 7ê îlona 2017an de, Parlamentoya Katalonyayê qanûna referandûmê pejirand. Madrîdê tavilê gilî li Dadgehê Destûra Bingehîn kir û dadgehê her du qanûnên Katalonya qebûl kiribûn, betal kirin. Hukumeta Mariano Rajoy a Îspanyayê hêzên polîsên neteweyî û Guardia Civil şandin Katalonyayê, li hin cîyan alavên ji bo dengdanê desteser kirin û gelek karmend û siyasetmedar girtin. Ev operasyon “Operasyona Anubisî” derbasî dîrokê bû.

Şîdeta polîsan û îradeya dengdanê
Roja 1ê kanûna pêşîn, bi hezaran polîsên îspanyol êrîş birin ser dibistan û navendên dengdanê. Li gorî rayedarên katalanî, zêdetirî 1.000 kes birîndar bûn; polîsan bi dar û guleyên lastîkî êrîşî gel kirin. Dîmenên polîsên ku mirovên bêçek bi erdê ve dikişandin û li wan dixistin, li seranserê cîhanê bûn sedema nerazîbûnan. Digel van hemû zextan, nêzîkî 2,3 milyon kesî deng da (beşdarî nêzîkî 43% bû. Li gorî daxuyanîya hukumeta Katalonyayê, 90%ê hilbijêran ji bo serxwebûnê dengê “Erê” bikar anîn.
Ragihandina serxwebûnê û Xala 155an
Piştî referandûmê, di 27ê kanûna pêşîn de, Parlamentoya Katalonyayê bi 70 denganên wekîlan serxwebûnê ragihand. Di heman rojê de, Senatoya Îspanyayê madeya 155an a Destûra Bingehîn aktîf kir: otonomîya Katalonyayê hat rawestandin, hukumeta Puigdemont hat hilweşandin û biryara hilbijartinên nû hat girtin.
Carles Puigdemont û hin endamên kabîneyê ji bo neyên girtin, wekî penaber çûn Belçîka û Swîsreyê. Gelek sîyasetmedar û aktîvîst (di nav de Oriol Junqueras, Jordi Sanchez û Jordi Cuixart jî hebûn) hatin girtin û bi sûcên “serhildan” û “bikaranîna nelirê ya pereyên dewletê ” hatin tawanbarkirin. Di sala 2019an de, dadgehên îspanyol cezayên dirêj ên girtîgehê dan aktîvîstên katalan.
Bi hilbijartinên di 2017an de hatin lidarxistin, dîsa serxwebûnxwazan li Katalonyayê kir desthilat. Herçiqas ji ber midaxaleya Îspanyayê serxwebûna Katalonyayê pêk û welêt di qada navneteweyî de nehat venasîn, referandûma serxwebûnê ji bo gelek katalanan bû sembola berxwedanê û “mafê biryardayîna çarenûsê”.


