SerupelNûçeSerkeftina serxwebûnxwazan: Parti Quebecois vegerîya ser desthilatê

Serkeftina serxwebûnxwazan: Parti Quebecois vegerîya ser desthilatê

Li eyaleta Quebecê ya Kanadayê, partiya serxwebûnxwaz Parti Quebecois (PQ) di hilbijartinan de serkeftineke dîrokî bi dest xist. Piştî zêdetirî deh salan, serxwebûnxwazên Quebecê cardin derîyê diçe desthilatê vekirin. Partîyê soz daye ku ew ê heta sala 2028an referandûma sêyemîn a serxwebûn û serwerîya neteweyî li dar bixe.

Li Quebecê ku qada sereke ya tekoşîna serwerî û parsatina nasnameya fransî ye li bakurê Amerîkayê, partiya serxwebûnxwaz Parti Quebecois (Partîya Quebekî-PQ) di hilbijartina ji bo parlamentoya eyaletê bi ser ket. Partîyê bi 29%ê dengan 59 kursiyên di parlamentoya herêmî de bi dest xist û bû hêza sîyasî ya yekemîn.Herçiqas partîyê di parlamentoyê de piranîyê pêk neanî be jî, ev encam destûrê dide ku lîderê partiyê Paul St-Pierre Plamondon hukumeteke nû ya kêmar ava bike û biryara referandûma sêyemîn a serxwebûnê li dar bixe.

Partîya serwerîparêz di 10 sal in dawîyê de di mixalfetê de bû û loma doza serwerîyê ya Quebecê êdî mijareke ji rojevê derketî dihat nirxandin. Niha peyama sereke ya partîyê nû ew e ku di dema xwe ya yekem de (heta sala 2028an) referandûmeke neteweyî ji bo serxwebûna Quebecê li dar bixe. Ev pêngav ji bo avakirina dewletnû wekî gaveke stratejîk tê dîtin.

📌 SOZA REFERANDÛMA SÊYEMÎN

Heta sala 2028an referandûma serxwebûna Quebecê tê lidarxistin.

Parti Quebecois ragihand ku armanca sereke ya hukumetê ew e ku di dema xwe ya yekem de referandûma serxwebûnê li dar bixe. Ev referandûm wê bibe ceribandina sêyemîn a dîrokî ya ji bo avakirina dewleteke serbixwe.

Liderê Parti Quebecoisê Paul St-Pierre Plamondon ku bi siyaseta xwe ya biryardar tê nasîn, di axaftinê xwe yên kampanyayê de dîyar kir ku doza serxwebûna Quebecê ne tenê xewnek e, lê pêngaveke rastîn a avakirina dewletê ye. Hukumeta nû ya Quebecê dixwaze ku kontrola sînoran, siyaseta koçberiyê û parastina saziyên neteweyî ji destê hukumeta federal a bigire û bixe bin kontrola Quebecê.

Referandûma sêyemîn

Gelê Quebecê berê di salên 1980 û 1995an de du caran çûbû ser sindoqên referandûmê. Di referandûma di sala 1980an de 60%ê hilbijêran li dijî serxwebûnê deng dabûn. Alîgirên serxwebûnê di referandûma 1995an de gelekî nêzîkî armanca xw bûbûn û 49.42% dengan bi dest xistibûn. Loma jî Quebec di nava sînorên Kanadayê de mabû. Birexistina referandûma sêyemîn tevî ku di rewşa îro ya Kanadayê de mijareke aloz e jî, Parti Quebecoisê biryardariya xwe di vê derbarê mijarê de nîşan dide.