Di tebaxa 1941ê da, berî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rasterast bikeve navA Şerê Cîhanê yê DuyemÎN, serokê wlêt Franklin D. Roosevelt û serokwezîrê Brîtanyayê Winston Churchill li Okyanûsa Atlantîkê, li ser keştiya şer a Brîtanyayê HMS Prince of Wales de civîneke veşartî pêk anîn. Encama vê civînê bi danezaneke hevpar a ji 8 xalan pêk dihat hat eşkerekirin û di dîrokê de wekî Peymana Atlantîkê (Atlantic Charter) cîh girt.
Di salên 1940-1941ê da, rejîmên faşîst û nazî hema hema tevahiya parzemîna Ewrûpayê dagir kiribûn. Brîtanya di bin dorpêçeke giran da bû û DYAyê jî dixwest pergaleke cîhanî ya piştî şer diyar bike ku li ser demokrasiyê, azadiya bazirganiyê û aştiya cîhanê ava bibe. Roosevelt bawer dikir ku ji bo bidawîanîna nakokiyên navneteweyî yên domdar, divê sîstema kolonyalîzmê ji holê bê rakirin û şûna wê pergaleke xwedî nirxên mirovî bê avakirin.
Mijara Sereke: Self-Determînasyon
Xala 3yemîn a Peymana Atlantîkê rasterast balê dikişîne ser mafê self-determînasyonê. Di vê xalê da wiha hatibû ragihandin:
“Ew rêz li mafê hemû gelan digirin ku şêweyê hikûmeta ku dixwazin di bin de bijîn hilbijêrin; û ew dixwazin mafên serwerî û xwerêveberiyê ji bo wan kesên ku bi zorê ji van mafan hatine bêparkirin, dîsa werin vegerandin.”
Ev xal bû pîvaneke nû di hiqûqa navneteweyî da. Cara yekemîn bû ku du hêzên mezin ên rojavayî li hev kirin kui guherîna sînoran divê bê daxwaza azad a gelan pêk neyê.

Bandora peymanê ya li ser cîhanê çawa bû?
Peymana Atlantîkê ne tenê danezaneke dema şer bû lê di heman demê da rêxistinkirina cîhana nû bû. Du taybetîyên wê yên sereke hebûn:
- Bingeha Neteweyên Yekbûyî (NY):Pênaseya mafên bingehîn û hevkariya navneteweyî ya di peymanê da, di sala 1945an da bû bingeha Peymana Neteweyên Yekbûyî.
- Hilweşîna Sîstema Kolonyal:Gelên bindest ên li Asya, Afrîka û Rojhilata Navîn vê peymanê wekî belgeyeke hiqûqî ya ji bo mafê serxwebûnê dîtin û têkoşîna xweserî û serxwebûnê pêş de birin.
Kî ji vê peymanê nerazî bû?
Tevî ku peyman wekî serkeftineke mirovahîyê hat dîtin jî, di navbera dewletan da gengeşî û nerazîbûnên mezin çêbûn. Brîtanya û Churchill hewl dan ku çarçoveya xala 3yemîn tenê ji bo welatên Ewrûpayê yên ku di bin dagirkeriya Naziyan da bûn, bisînor bike. Churchill nedixwest ev maf ji bo kolonîyên Împeratoriya Brîtanyayê (Hindistan û welatên din) derbasdar be. Loma jî Churchill li Parlamentoya Brîtanyayê rastî rexneyên dijwar hat.
Lîderê Yekitîya Sovyetê Joseph Stalin di destpêkê bi guman nêzî peymanê bû. Wî ditirsîya ku rêgezên azadiya bazarganiyê û xwerêveberiyê bandorê li ser berjewendiyên siyasî yên sovyetî yên li rojhilatê Ewrûpayê bikin. Tevlî vê jî, Stalîn paşê ji bo hevkarîya li dijî Hîtler bi hin şertan danezanê pejirand.
Tevgerên rizgariya neteweyî yên li kolonîyan (bi taybetî Hindistan û Afrîka) ji helwesta cotstandard a welatên rojavayî nerazî bûn. Ji ber ku welatên wekî Brîtanya û Fransa ev maf tenê ji bo ewrûpiyan guncaw dîtibûn, ne ji bo gelên bindest ên cîhanê.



