Di “Şark Islahat Planı (Plana Çaksazîya Rojhilat)” de kurdî bi awayekî vekirî hatibû qedexekirin. Bandora vê qedexeyê zêde li ser jiyana gundîyan tunebû, lê dema ku ji bo dan û standinê dihatin bajêr, bi sizayekî giran re rû bi rû diman. Carinan tiştên ku difirotin têra dabînkirina sizayê diravî nedikir. Li ser vê yekê gelek çîrok û pêkenok hene. Li gorî gotinan, gundîyek diçe bajêr, bi tirkî nizane, ji bo ku xwe ji sizayê pereyan rizgar bike, diçe ser dukanê ji dukandar re dibêje, “Pênc kîlo şekir bi tirkî”.
Dema ku ez bala xwe didim gotar û nivîsên li ser medyaya civakî ev çîrok tê bîra min. Li ser federasyon û serxwebûna Kurdistanê bi hezaran nivîs û nirxandin tên weşandin, lê hemû nebe jî, ji sedî 90 bi tirkî ne. Çima? Li şûna ku bi nivîsên tirkî yên mîna xeta trênê dirêj, serê mirovan gêj bikin, heke li mala xwe rûnin û kurdîya xwe bi pêş bixin an jî hîn bibin, ne çêtir e? Bi rastî ev nexweşî ji mêj ve di nav xwendeyên kurdan de hebû. Xelîl Xeyalî di Rojî Kurd de bal kêşaye ser vê nexweşîyê, lê hingî ne qebe axaftin bi kurdî bûye, lewre ew dibêje, “Ciqa mêze dikim bi tu awayî bi serê min nakeve, melayêd me xundeyêd me bo çi qisê xu bi kurdî dikin û di medresean da dersê ku dixunîn bi kurdî me’naya wê divên, lê wextê ku be kaxizê xu, temessukê xu bi erebî, ya farisî, ya tirkî dinivîsin.” (Modanî X, r. 160, Rojî Kurd, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê)
Mixabin êdî ne tenê nivîsandin, axaftin jî bûye tirkî, gelek bernameyên zarekî jî bi tirkî têne amadekirin û weşandin. Guh û bala xwe bidin vîdeo û nîqaşên zarekî yên li ser ragihandina civakî hûn ê vê yekê bibînin. Binêrin, nîjadperestên mîna Umît Ozdag bi wê yekê pesna xwe didin ku êdî li gundên li ser sînor, heta yên li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî zarokên kurdan bi tirkî dipeyivin. Di bernameya me ya bi navê “Deng û Reng” de mêvanê min Fewzî Ciwan digot, “Êdî li zozanên li ser lûtkeya çiyayê Agirî jî zarok bi tirkî lîstikên xwe dilizîn.” Mixabin rewş ev e.
Îcar pênûstûjên serxwebûnxwaz jî bi tirkî doza serxwebûnê dikin. Çima? Hinek ji wan bi kurdî nizanin, bi dehan sal in di nav siyaseta kurdî de ne, doza Kurdistaneke serbixwe kirine, lê hînî zimanê xwe nebûne. Hinek ji wan dikarin zimanê gundê xwe bi kar bînin, lê hînî alfabeya kurdî nebûne. Hinek ji wan dema ku bi tirkî dipeyivin xwe wekî zana, şareza û pispor dibînin, lê dema vegerin kurdî xwe wekî “nezan û nexwendî” dibînin. Hinek jî dibêjin, “Dema ku em tiştekî bi kurdî dinivîsin deh kes dixwînin, dema ku em bi tirkî parve dikin, hezar kes dixwîne.” Rast e, lê bi vî awayî tu xêra we nagihêje doza kurdî û mirov zêdetir ji zimanê xwe dûr dikevin.
Heke kurdên serxwebûnxwaz li ser medya civakî tirkî boykot bikin dê çi bibe? Dibe ku hinek ji wan bibêjin, “Bila pêşî Apo û Apocî vê yekê bikin”. Ez jî dibêjim, Çima? Li gorî gotina we, jixwe ew tiştekî naxwazin, ew êdî ne xwedîyê doza kurdan in. Nexwe ew ê çima pêşengîya vê boykotê bikin? Kerem bikin, ji tiştekî re jî hûn pêşengîyê bikin, ma dinya xera dibe?
Hemû kesên ku doza mafên kurdan ên neteweyî dikin, bila hemû parvekirinên xwe yên li ser ragihandina civakî bikin kurdî; nîqaşên xwe û danûstandinên xwe bi kurdî bikin. Hingî ev sînorên ku dagirkeran bi dil û mêjîyê me de ava kirine, dê hilweşin, dê rojeva me jî biguhere.
Ji bo welatekî serbixwe jî, ji bo pergaleke federal an jî xweser, heta ji bo pêkvejiyaneke li ser hîmê yeksanî û wekhevîyê jî pêdivî bi nasnameyeke xurt a kurdewar heye. Ev nasname jî li ser çand û zimanê kurdî ava dibe, ne li ser tirkî.



