SerupelNûçeJi Infowelat projeyeke nû: 12 welatên otonom û federal

Ji Infowelat projeyeke nû: 12 welatên otonom û federal

Infowelat dest bi projeyeke taybet a 12 hefteyan a li ser herêmên otonom û federal ên cîhanê dike. Dosyeya yekem ku li ser ezmûna sedsalî ya Giravên Alandê hat weşandin. Ev lêkolîn ji bo nîqaşên serwerî û xwerêveberiyê yên di meseleya kurd de model û dersên giring ên hiqûqî pêşkêş dike.

Infowelat di dosya xwe ya yekemîn de bala xwendevanan dikişîne ser Giravên Alandê ku di dîroka modern de wekî yekemîn herêma otonom tê naskirin. Di dosyeyê de tê vegotin ku piştî krîza di navbera Swêd û Fînlandê de, Giravên Alandê di sala 1921an de bi garantiya navneteweyî ya Yekîtiya Neteweyan statuya xwe ya otonom bi dest xist.

Di lêkolînê de bal tê kişandin ser van xalên krîtîk ên ezmûna Alandê:

Parastina Ziman û Demografyayê: Her çend di nava Fînlandê de be jî, zimanê fermî yê li herêmê Swêdî ye û qanûnên hişk ji bo rê li ber guherîna demografîk bê girtin, di merîyetê de ne.

Welatîbûna Herêmî: Mercên taybet ji bo mafê dengdanê û kirîna milk/erdan ku nasnameya herêmê diparêzin.

Statuya Bêleşker (Demîlîtarîze): Hebûna leşkerî li giravan qedexe ye û gelê wê ji leşkeriyê muaf e.

Ev dosye ku ji aliyê Tîma Lêkolînê ya Infowelatê ve hatine amadekirin, ji bo nîqaşên çareseriyê yên meseleya Kurdistanê jî dersên giring  pêşkêş dike.

————————————-

Nîşe: Dosyeya Giravên Alandê di www.infowelat.com de dikare bê xwendin û PDFya wê rasterast dikare bê daxistin.