E-kovara Kurdistanê hejmara xwe ya 53. weşand. Tevahîya naveroka vê hejmarê ji babetên bi serwerîyê û parastina zimanre eleqeder e, pêk tê.
Referandûma 2017an a li başûrê Kurdistanê û yên li du welatên cihê, mijara sereke ya vê hejmarê ye. Dengdana li Başûr di heman demê de di manşetê de hatîye dayîn û wekî gotara sereke di kovarê de cî girtî ye.
Li Fransayê têkoşîna parastina katalanî di asta perwerdehîyê de, bi boneya 50 salîya dibistanên La Bressolayê bûye mijara gotareke vê hejmarê.
Wekî hejmarên din, danasîna Konfederalîzma Swîsreyê di vê hejmarê de jî berdewam dike. Kantona di vê hejmarê de cî girtî ye, Appenzell Auserrhoden e ku li rojhilatê welêt e.
Kurdistan e-kovareke Infowelat e ku ji 15 rojan carekê tê weşandin. E-kovar ji sala 2023an û vir ve tê weşandin.
📌 Di Hejmara 53an de Dosyeyên Sereke:
-
- Kurdistan: 9 sal piştî referandûmê: Ji mafê self-determinasyonê ber bi realpolîtîka herêmî ve.
-
- Bakurê Katalonyayê: 50 salîya têkoşîna zimanî: La Bressola dîroka xwe pîroz dike.
-
- Qraliyeta Yekbûyî: Skotland, Welatê Galê û Bakurê Îrlandayê ji bo self-determinasyonê bûn yek.
- Swîsre (Appenzell Ausserrhoden): Konfederasyona Swîsreyê û modela nîv-kantonê.


