SerupelCivakHindistan di 1947an de bû welatekî serbixwe

Hindistan di 1947an de bû welatekî serbixwe

Di 15ê yebaxa 1947an de Hindistanê dawî li nêzîkî 200 salên serdestiya Împaratoriya Brîtanyayê anî û serxwebûna xwe ragihand. Ev geşedana dîrokî ne tenê nexşeya Başûrê Asyayê guherand, lê di heman demê de bû mînakeke mezin ji bo hemû gelên di bin bindestiya kolonyalîzmê de.

Pêvajoya serdestiya Brîtanyayê li ser xaka Hindistanê di sedsala 18an de bi rêya Şîrketa Hindistana Rojhilat (East India Company) dest pê kir û welêt di sala 1858an de rasterast derbasî bin kontrola Brîtanyayê (British Raj) bû. Dagirkirin û talana aborî, çandî û siyasî ku bi dehsalan dom kir, hişt ku baweriya gel ji bo serxwebûnê xurt bibe.

Piştî Şerê Cîhanê ê Duyemîn, hêza aborî û leşkerî ya Împaratoriya Brîtanyayê lawaz bû. Zextên navneteweyî û bilindbûna daxwazên serwerîyê yên gelên Hindistanê zora rêveberiya kolonyal bir û zemîna serxwebûnê amade kir.

Têkoşîna ji bo serxwebûnê

Têkoşîna Hindistanê bi rêbaz û felsefeyên cuda hat meşandin. Li aliyekî, berxwedana sivîl (Ahimsa) ya bi rêberiya Mahatma Gandî û Kongreya Neteweyî ya Hindistanê (INC) hebû; li aliyê din jî têkoşîna radîkal û çekdarî ya rêberên wekî Subhas Çandra Bose hebû.

Jawaharlal Nehru û hevalên wî bi rêya xwepêşandan, grev û redkirina bacan desthilatdariya kolonyal anîn nuqteya îflasê. Bi taybetî meşa Gandi a girseyî ya di 1930î de desteka ji bo serwerîtê du nava gel de derxist asta herî bilind. Rêvebiriya kolonyal a Brîtanyayê midaxaleyê vê çalakîya ku 24 roj dom kir kir û tevlî Gandi 60,000 kesî girt. Lê zextên brîtanîyan nema dikarîbû pêşiya doza ji bo rizgariyê girtibana. Di şeva 14ê tebaxa 1947an de, Jawaharlal Nehru axaftina xwe ya navdar “Tryst with Destiny” (Ji Qederê re Soz) xwend û serxwebûna Hindistanê ragihand.

Encamên serxwebûnê û parçebûna Hindistanê

Serxwebûna Hindistanê encamên kûr li pey xwe hiştin. Tevlî cejna serwerîyê, welat li ser bingeha olî hate dabeşkirin û Pakistan hat avakirin. Ev dabeşbûn bû sedema yek ji koçberiyên herî mezin û bixwîn a dîrokê ku nêzîkî 15 mîlyon insan terka cîûwarê xwe kirin û bi sed hezaran kes hatin kuştin.

Li alîyê din jî, serxwebûna Hindistanê proseya şikandina qeydên kolonyalîzmê li Asya û Afrîkayê pêş de bir û bû sembol ji bo tevgerên rizgariya neteweyî yên li seranserê cîhanê.

Nexşeya dînên Hindistanê ku brîtanîyan amade kiribûn. /Nexşe: Wikimedia Commons

Pêşketina aborî-civakî piştî serwerîyê

Serxwebûn ji bo Hindistanê ne tenê dihat alayekê an sînorên nû lê belê ew amûra sereke ya rizgariya aborî û civakî bû. Di dema kolonyalîzmê de aborîya welat ji bo xizmeta pîşesaziya Brîtanyayê xizan mabû. Piştî serxwebûnê Hindistanê bi reforman ji aboriyeke çandiniyê ya xizan gav avêt ber bi yek ji aborîya herî mezin a cîhanê. Îro Hindistan di warê teknolojiya komunîkasyonê, pîşesaziya derman û bernameyên fezayê de hêzeke cîhanî ye.

Encameke din a serxwebûnê Hindistanê di qada rêveberîya demokratîk de hat avakirin. Hindistan sîstema demokratîk a welatên rojava pejirand û bi nifûsa xwe ya mezin bû demokrasiya herî mezin a cîhanê.Azadî û serweriya neteweyî hişt ku welat sîstema perwerdehiyê xurt bike, xizaniyê gav bi gav kêm bike û potansiyela xwe ya civakî derxîne pêş.