Weşanxaneya navdar a Michelinê ku zêdetirî 100 sal in di warê kartografî û geştyariyê de rêberîyê dike, bi hevkariya komeleya “Gundên Herî Bedew ên Swîsreyê” nexşeyeke tematîk a taybet weşand. Ev nexşeya nû ya ku cara yekemîn ji bo toreke herêmî ya swîsrî hat amadekirin, li Meclîsa Beledîyeya Neuchatelê bi ji medyayê re hat pêşkêşkirin.
Nûnerên projeyê, kartografê sereke yê Michelinê Philippe Sablayrolles ji Parîsê, serokê Komeleya Gundên Herî Bedew ên Swîsreyê Kevin Quattropani û şaredarê Neuchatelê Jonathan Gretillat di merasîma danasînê de amade bûn.
56 gundên cuda û xwaringehên bijarte
Nexşeya nû ya tematîk (Hejmar 688, bi pîvana 1:370 000) derfetê dide geştyaran ku deverên xwerû yên Swîsre û Liechtensteinê keşf bikin. Di torê de 56 gund û bajarokên dîrokî yên ji 19 kantonan cih digirin; di nav wan de gundên li ber golan, gundên rezan, yên çiyayî û yên navendên dînî lê hatine damezrandin, hene.
Her wiha, di nexşeyê de 54 xwaringehên ku di “Rêbera Sor a Michelinê” de cih girtine (ku 5 ji wan wekî awarte hatine nirxandin), rêyên bisîkletê yên pêş-Alpên Kantona Vaudê û rotayên bi keştîyê yên li ser Gola Bien/ Bielêjî hatine nîşandan.
Tê payîn ku ev nexşe bibe amûreke sereke ji bo rêwî, gerok û bala geştyarên navxweyî û navneteweyî bikşîne ser dewlemendiya çandî, xwerû û gastronomiya herêmê.

Komeleya “Gundên herî bedew ên Swîsreyê”
Komeleya “Gundên Herî Bedew ên Swîsreyê” ku di sala 2015an de li bajarê Luganoyê hat damezrandin, endama federasyona navneteweyî Les plus beaux Villages de la Terre ye. Ev federasyona cîhanî welatên wekî Îtalya, Fransa, Belçîka, Îspanya, Almanya, Bosna û Hersek, Libnan, Kanada, Japonya, Çîn û Swîsreyê tîne cem hev. Ji bo ku gundek an jî bajarokek tevlî vê torê bibe, divê xwedî xwerûbûn û nasnameyeke dîrokî be û pîvanên hişk ên peymana kalîte û parastina jîngehê pêk bîne.


