1984 di dîroka tevgera siyasî û çekdarî a kurdî de saleke giring bû. Di 15ê tebaxê de yekîneyên girêdayî PKKê li Dih û Şemzînanê êrîşên çekdarî pêk anîn ku bûn destpêka qonaxeke nû ya şerê çekdarî li bakurê Kurdistanê. Di wê qonaxê de armanca siyasî ya tevgerê ji projeya serxwebûna Kurdistanê pêk dihat.
Di Kongreya 3yan a PKKê (1986, Libnan) de biryar hat dayîn ku di dewsa HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistanê) de ARGK (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan) were damezrandin da ku şerê gerîla derkekeve asteke bilind û ji komên piçûk artêşek bê avakirin. Armanca vê biryarê serxwebûna Kurdistanê ya di çarçoveya paradîgmaya rizgariya ji kolonyalîzmê de bû. Taktîka wê şerê gerîla yê klasîk bû ku di çarçoveya wê de artêşeke gerîla ya rêxistinkirî gav bi gav herêmên dagirkirî rizgar dikir.
Ji 1987an û pê ve şer bilind bû û hemleyên leşkerî zêde bûn. Hejmara gerîla mezin bû; komên 70-80 kesî hatin avakirin. Ji 1990î û vir ve gerîla ji Botan û Zagrosê belavî Amed, Dêrsim, Xerzan û Serhedê bûn. Li gel şerê gerîla, serhildanên gel jî li gelek navendan pêk hatin. Şerê Kendavê yê 1991ê li başûrê Kurdistanê valahiyeke otorîteyê çêkir û derfetên mezin da gerîla. Di wê demê de projeya hikumeta şer a Botan-Behdînanê hate nîqaşkirin, lê nehate meşandin û şerê gerîla yê herdemî hate tercîhkirin.
Plana rizgarkirina Botanê (1993)
Piştî ku derfetên Başûr pêşkêş kir hatin windakirin, di 1993an de ARGKê plansaziya yekemîn herêma rizgarkirî li bakurê Kurdistanê amade kir. Navenda vê planê rizgarkirina Elk (Beytuşşebap) bû û paşê jî Qilaban bû. Di çarçoveya Konferansa 1emîn a Eyaleta Botanê (8-13 Adar 1993) û plansaziyên payizê de, armanc ew bû ku bi girtina van navçeyan yekemîn “herêma rizgarkirî” were ragihandin û paşê Şirnex û Dihê bên kontrolkirin.
Ev plan di çarçoveya hewlên ARGKê yên avakirina “herêmên rizgarkirî” de hatibû kirin. Di heman salê de (8-13 adar 1993) Konferansa 1emîn a Eyaleta Botanê jî hate lidarxistin û biryarên li ser artêşbûn û kontrola herêmê hatin girtin.
Murat Karayılan ku di wê demê de fermandarê hêza gerîla ya Botanê bû, di pirtûka xwe Bir Savaşın Anatomisi de (Anatomîya Şerekî) vê plansaziyê wek “lûtkeya plansazîya payizê” bi nav dike û dinivîse:
“Sonbahar planlamamızın zirvesi olan Beytüşşebap eyleminin gerçekleşmemesine rağmen… Beytüşşebap’ı düşürme planını yaptığımız için Marinos’u da düşürmemiz gerekiyordu.”
(Her çend çalakîya Elkê ku lûtkeya plansaziya me ya payizê bû, pêk nehatibe jî… Ji ber ku me plana girtina Elkê çêkiribû, pêwîst bû em Marînosê jî bigirin.)
Elk ji ber ciyê xwe yê stratejîk — nêzîkbûna sînorê Başûr, topografyaya çiyayî ya guncaw ji bo şerê gerîla û derfetên kontrolkirina rêyên sereke — wek xala destpêkê hatibû hilbijartin. Qonaxa yekemîn êrîşa gerîla ya li ser Elkê bû; qonaxa duyemîn jî bi hevkarîya serhildana gel girtina Qilabanê bû.
Plan çima bi ser neket?
Di sala 1993an de, her çend zivistan û lojîstîk wek sedemên sereke hatibin nîşandan jî, di nava tevgerê de jî rexneyeke navxweyî hat kirin. Karayılan di pirtûka xwe de dibêje ku gerîla nizanîbû ka herêmên rizgarkirî çawa bên avakirin û asta fermandariyê têra xwe bilind nebû. Di konferansên piştî 1993an de jî hat diyarkirin ku amadekirina şerê tevgerî di wextê xwe de û bi asteke têr nehat kirin; li ser şêwaza kevn israr hat kirin û taktîk nehat pêşxistin. Bi vî awayî têkçûn ne tenê ji şertên derveyî, lê ji kêmasiyên taktîkî û hişmendiya navxweyî jî çêbû.
Nêzîkî 700 gerîla bi qasî du mehan li dora Elkê amadekarî kirin. Li gorî daxuyanîyên Karayılan, derfetên leşkerî hebûn, lê nêzîkbûna zivistanê û şertên lojîstîk bûn sedema vekişînê û plansazî pêk nehat. Gerîla vegeriyan baregehên xwe.

Plana Botanê di çavkaniyên PKKê û akademîk de
Ev hewla “herêmên rizgarkirî” di belgeyên fermî yên rêxistinê yên wê demê de jî dikarin bên dîtin. Di hejmara hezîrana 1993an a Serxwebûnê (hejmar 138) de bi zelalî wiha tê gotin:
“Botan’ın bu yıl önemli ölçüde düşürülebileceğini ve kurtarılmış bölge haline getirilebileceğini kestiriyoruz. Buna yükleneceğiz.”
(Em pêşbînî dikin ku Botan îsal bi piranî dikare bê rizgarkirin û bibe herêmeke rizgarkirî. Em ê ji bo vê yekê xwe bixin nava hewldanan.)
Lêkolînên akademîk jî (mînak Zones of Rebellion ya Aysegul Aydin û Cem Emrence) piştrast dikin ku di wê demê de PKK/ARGK li Botanê hewl dida ji şerê gerîla yê berfireh derbasî qonaxa kontrola erdnîgarî û avakirina herêmên rizgarkirî bibe.
Her du akademîsyen di vê pirtûka balkêş de wiha dinivîsin:
“In June 1993, PKK leader Murat Karayılan confidently announced that a so-called Parliament of Kurdistan would be established in the liberated area of Botan on the Turkish side of the border with Iraq. In line with the objective of creating and defending liberated areas, the PKK started to move to conventional warfare tactics. Larger units were created which more often moved in combination, in groups of up to several hundred guerrilla fighters.”
(Di Hezîrana 1993an de, lîderê PKKê Murat Karayılan bi bawerî ragihand ku wê parlamentoyeke bi navê “Parlamentoya Kurdistanê” li herêma rizgarkirî ya Botanê, li aliyê Tirkiyeyê yê sînorê Iraqê, were damezrandin. Li gorî armanca avakirin û parastina herêmên rizgarkirî, PKKê dest bi taktîkên şerê konvansîyonel (şerê klasîk) kir. Yekîneyên mezintir hatin avakirin ku pir caran bi hev re, bi komên çend sed gerîlayan tevdigerîyan)
Photo: Newala Çemê Botanê. /Foto: Senol Demir, CC BY 2.0


