Kovara KURDISTAN ku ji aliyê Infowelat ve tê weşandin, di navbera 1-15ê Tebaxa 2026an de bi naverokeke dewlemend û xurt derket pêşberî xwînerên kurd. Kovara ku çarçoveya wê analîzên civakî, polîtîk û çandî ne, di vê hejmarê de balê dikişîne ser rêwîtiya xwe ya weşanê û mijarên bingehîn ên bi serweriyê re eleqeder.
Sernavê sereke yê vê hejmara taybet ev e: “50 Hejmar di Rêwîtiya Ziman û Xwerêvebirinê de.”
Rêwîtiya ji 2013an Heta 2026an
Cara ewil di vê hejmarê de nivîseke li ser navê edîtorê e-kovarê hatiye weşandin. Edîtorê kovarê di nivîsa xwe ya li ser çîroka e-kovarê de van gotinan dibêje:
“Çîroka Infowelat di sala 2013an de di rojeke germ a Amedê de dest pê kir. Piştî destpêka weşana malperê, derxistina berhemeke periyodîk a dîjîtal hat rojevê. Fikir bû proje û me pêşiyê Bulten wekî e-kovar weşand. Piştî demekê, Bultenê mîsyona xwe bi dawî kir; paşê kovaran bi navê Kurdistan, Rêya Serxwebûnê û Ziman dest bi weşanê kirin. Ji van berhemên dîjîtal kovara Kurdistan bi îstiqrara xwe bû mayînde û gihîşt sala 2026an.”
Di vê hejmarê de ligel nivîs û dosyeyan, peyamên nirxandin û pîrozbahiyê yên ji gelek nivîskar û rojnamevanên kurd jî hatine cih kirin.
Di naveroka Hejmara Taybet de çi heye?
- Panorama/analîza weşanê
Edîtor
Mijara Sereke: Qanûna çarçoveyê di parlementoyê de hat qebûlkirin
Analîz: Çekberdana bê statu: Dewlet meseleya kurd di nava sînorên ewlehiyê de dihêle
Dosye: Paradîgmaya nû ya hebûnê: Otonomî, federalîzm û parastina ziman
Lêkolîn: Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Ticinoyê
Pîrozbahî: Nirxandin û peyamên nivîskar û rojnamevanan
Arşîv: Bîra dîtbarî ya 50 hejmaran
Ji bo daxistina dosyaya PDFê vir bitikînin



