Şerê gerîla 42 sal berê dest bi êrişên li Botan û Hekarîyê dest pê kirin. Pengava 15ê tebaxa 1984an ku îro 42 salên xwe temam dike, di dîroka modern a Kurdistanê de wekî xaleke vejînê. Di wê şeva tarî de, gerîlayên kurd bi ser navçeyên Dih (Erûh) û Şemzînanê de girtin û fîşeka ewil bera kolonyalîzmê dan. Ev bûyer, ji bo gelê kurd ku di bin zilm û înkarê de dijiya, bû hêviya rizgarî û serxwebûnê.
Rêxistina şoreşger, piştî derbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980an, ji Bakur vekişiyabû û xwe li derveyî welêt organîze kiribû. Di sala 1981ê de biryara vegera welêt hat dayîn. 1982an wekî sala destpêka şerê gerîla hatibû diyarkirin. Piştî Kongreya 2. a PKKê, komên ewil ên gerîla gihîştin kampên li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Kampa Lolan wekî baregeha sereke hat hilbijartin. Di civîna li vê kampê de biryara êrişa gerîla hat girtin. Di civîna li Xinêrê de jî Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) hat damezrandin. Lê kuştina endamên Komîteya Navendî Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgîn li Başûr, amadekarîyan dereng xist. Plansaziya havîna 1983an pêk nehat û 1984 wekî sala destpêkê hat diyarkirin.
Botan û Colemêrg wekî du herêmên sereke yên şerê gerîla hatin hilbijartin. Fermandarên gerîla di wê baweriyê de bûn ku xeta di navbera Şirnex, Dih, Hezo û Sasonê de ciyê herî guncaw e ji bo şerê gerîla. Di civîna nîsana 1984an a li Çiyayê Reş de, Kilaban û Çelê wekî du navendên girîng ên şerê çekdarî hatin nîşankirin. 150 kadroyên PKKê tevlî vê civînê bûbûn. Di heman civînê de biryara êrişên Şemzînan, Dih û Şaxê hat girtin.
Yekîneya gerîla ya di bin fermandariya Mahsûm Korkmaz (Egîd) wê bi ser Dihê de girtiba. Yekîneya di bin fermandariya Abdullah Ekincî jî wê êriş bibira ser Şemzînanê. Yekîneya sêyemîn jî divê di heman rojê de bi ser Şaxê de girtiba, lê ji ber bêbaweriya fermandarê yekîneyê ev pêk nehat.

Girtina Dih û Şemzînanê
Di 15ê tebaxa 1984an de, dema ku tarî ket, grûba di bin fermandariya Egîd de ji baregehên xwe derket û liderdora 21:00ê de gihîştin Dihê. Çend deqe şûn ve, navenda jandarmayê hat gulebarankirin. Roketekê li qata jorîn a baregeha leşkerî ket û di demeke kurt de avahiya duqatî ket bin kontrola gerîlayan. Gerîla bi bayê bezê êriş birin ser hedefên leşkerî û yên din ên dewletê. Di heman demê de li Şemzînanê jî êrişên hevdem hatin lidarxistin.
Di demeke kurt de herdu navçe ketin bin kontrola gerîlayan. Li Dihê, ji mînara mizgeftê daxuyaniya damezrandina HRKê hat xwendin. Gerîla di qehwexane û meydanan de propagandaya xwe kirin û belavok belav kirin. Armanca sereke ne tenê êrişa leşkerî bû, lê belê ragihandina destpêka şerê gerîla û hêviya rizgariyê bû. Li gorî agahiyan, di herdu êrişan de 3 leşker hatin kuştin û 7-8 kes birîndar bûn. Gerîla dest danî ser hejmareke zêde ya alavên leşkerî û bi silametî vegeriyan baregehên xwe. Bi herdu êrişên li dijî hedefên artêşa Tirkîyeyê, şerê gerîla li bakurê Kurdistanê bi î dest pê kir. Armanca pengavê serxwebûna Kurdistanê bû. Ji wê rojê û vir ve, 15ê Tebaxê ji bo gelek kesan bûye roja hêvî û berxwedanê.

Fîşeka yekemîn
Pengava 15ê Tebaxê dewleta tirk şok kir û xist nava tirs û fikaran. Ji bo gelê kurd ku ji aliyê dewletê ve hatibû tepisandin û înkarkirin, ev çalakî bû ronahîyekê û hêvîya ji bo rizgarîyê. Botan ji wê rojê û şûn ve veguherî navenda şerê gerîla. Di bin fermandariya Egîd de, şerê gerîla pêş ket û bû sembola berxwedana neteweyî. Pengava 15ê tebaxê ku di çarçoveya teorîya şerê dijkolonyalîzmê de wekî “fîşeka ewil” tê pênasekirin û heta îro jî wekî destpêka qonaxeke nû ya têkoşîna azadiyê tê bîranîn.



