Li bakurê Kurdistanê li ser pêvajoya siyasî, gengeşî û gelemşe gelek in. Pirî kes dibêjin, “Tevgera siyasî beramberî ev qas ked û berxwedan tiştek bi dest nexist, ev ne çareserî ye, ev teslîmîyet e.” Ji cîhanê nimûneyan didin, balê dikêşin ser destkeftiyên rêxistinên heman rengî yên neteweyên din.
Li alîyekî vê dibêjin, li alîyê din jî gelek ji wan bi tundî şerê çekdarî rexne û şermezar dikin. Li gorî wan kesan hebûna çekan nahêle ku doza neteweyî bikeve rojeva raya giştî ya cîhanê, zextê li rewabûna wê doza neteweyî dixe. Lê bi rastî min bi xwe nedîtiye ku miletek bêyî şer û pevçûn bi ser ketiye û tiştek bi dest xistiye. Pirî caran berdêlên pir giran ji bo destkeftinên gelekî kêm hatine dayîn. Dîsa min nedîtiye ku ji bilî nokerên dagirkeran tu kesên xêrxwazê neteweya xwe ji gelê xwe re gotibe, “Zarokên we li tunê (bêçine) hatine kuştin.”
Argûmaneke beraqil e, dema ku yek bibêje, “Ji bo mafên çandî û komareke demokratîk pêwîstî bi şer û pevçûnê nîn e”, lê qet ne tiştekî mantiqî ye ku yek bibêje, “Ez ê bi rê û rêbazên demokratîk Kurdistana serbixwe yan jî federal bi dest bixim.” Mixabin li tu cihî, bi taybetî jî li cihekî wekî Rojhilata Navîn statûyeke wekî serxwebûn/ federasyonê bêyî şer û pevçûn pêk nayê, divê em xwe jî, xelkê jî nexapînin.
Ji bo xwişk û birayên ku pêvajoya heyî rexne dikin, pêşnîyazeke min jî ev e ku lezê bidin xebatên xwe. Li gorî gotina wan şer û pevçûnê nedihişt ku peyamên wan bigihêjin gel, nexwe şer û pevçûn bi dawî dibe, bila peyamên xwe bigihînin gel, xwe bi rêxistin bikin û bi rê û rêbazên demokratîk dilê gel bikirin, doz û daxwaza xwe bi ser bixin.
Îcar em werin ser tiştê ku min bi xwe ji vê pêvajoyê fêm kiriye; kurdan nekarî bi şerê çekdarî statûyeke wekî serxwebûn, federalî û xweserîyê bi dest bixin, dewletê jî nekarî doza kurdan ji holê rake. Kurd êdî li ser rûyê cîhanê wekî bikerên diyarker xuya dikin. Hêza kurdan a bingehîn jî hêza wan a siyasî ye. Digel hemû êrîşan jî kurdan ev hêza xwe parast, ji niha pê ve jî kes nikare vê hêzê ji holê rake.
Lê ev hêz divê birêxistin bibe, perwerde bibe, xwe ji nû ve ava bike. Ev pêvajo vê derfetê dide tevgera kurd. Dema ku em bala didin tiştên ku têne kirin, em vê yekê bi awayekî zelal dibînin. Tevgera kurd xwe di hemû alîyan de bi rêxistin dike. Bi taybetî xebatên ku di warê çand û zimanê kurdî de têne kirin xebatên netewesazîya kurdî ne. Bi van xebatan dê nasnameya neteweyî ya kurdan xurttir bibe.
Di vî warî de kêşe û arîşeya sereke ev e ku kadroyên tevgerê ne li gorî pêdivî û pêwîstîyên vê pêvojaya avakirinê ne. Hê jî bi hişmendî û zîhniyeta berê tevdigerin, ne bi mêjîyekî avaker, bi mêjîyek hilweşîner tevdigerin, xwe teng digirin, bi hişmendîyeke demokratîk tevnagerin.
Heke tevgera kurd karibe di vê qonaxê de xwe baş bi rêxistin bike, bi hişmendîyeke pirdeng û pirreng pêşengîya civakê bike, hingî kurd dikarin bi rastî jî bernameyên dagirkeran têk bibin, bi nasnameyeke kurd rengê xwe bidin pergala siyasî ya serwer û bi reng û dengê xwe bibin parçeyekî wê pergalê. Ev tişt ne xwespartin e, ne jî asîmîlebûn e, entegrasyona demokratîk ev e.
Helwesteke xeter a van derdorên ku dijberîya vê pêvajoyê dikin jî ev e; li gorî wan ji ber ku Tevgera Apoyî tiştekî naxwaze, dixwaze kurdan teslîmî dagirkeran bike, divê ew li derveyî bazineya yekitîya neteweyî werin hiştin. Ev helwest li dijî berjewendîyên gelê kurd e. Ruh û giyanê neteweyî yê ku di nava gel de bi awayekî siruştî pêk hatiye, têk dibe. Nakokî û dubendîyan dixe navbera kurdan. Divê tu hêz û derdorên ku doza azadîya kurdan dikin, li derveyî bazineya yekîtîya neteweyî nemînin. Kurd di asta Kurdistanî de peymaneke neteweyî di nava xwe de pêk bînin û yekîtîya xwe li ser vê bingehê ava bikin. Wekî din kî dixwaze ji bo çi têbikoşe bila kerem bike, derî ji her kesî re vekirî ye.




