Serokê partiya serxwebûnxwaz a Quebecê Parti Quebecois (PQ), Paul St-Pierre Plamondon di 18yê tebaxê de li ser mijara referandûmê daxuyaniyeke giring da. Plamondon diyar kir ku eger partîya wî di hilbijartinên herêmî yên Quebecê de bi ser bikeve û bibe hikumet jî, heta ku dewra serokatiya Donald Trump li Qesra Spî bi dawî nebe, ew ê referandûma serxwebûna Quebecê li dar nexin.
Plamondon da zanîn ku ji bo biryareke ewqas giring a dîrokî û siyasî, pêdivî bi hawîrdoreke aram û nîqaşeke bêalî heye. Plamandon destnîşan kir ku alozîyên di siyaseta Amerîkayê de û biryarên jinişkave yên rêveberîya Trump dikarin zirarê bidin pêvajoya referandûmê û propagandaya armanca wê tirs e, bi pêş bixin.
Li gorî plansaziya PQê, eger partî were ser kar, dema herî zû ya pêkanîna referandûmê piştî 20ê kanûna paşîn a 2029an e. Di vê navberê de, partî wê bi giranî li ser mijarên aborîyê, çareserkirina krîza xaniyan, kêmkirina burokrasiyê û başkirina xizmetên tenduristîyê biserkine.
Le Parti Québécois s’engage à ne pas tenir de référendum tant que Donald Trump sera président.
Je m’adresse à vous ce matin à titre de chef de parti qui travaille ardemment à trouver la voie qui permettra de remettre le Québec sur les rails au cours des prochaines années. Comme… pic.twitter.com/1OoUhfJzS2
— Paul St-Pierre Plamondon (@PaulPlamondon) August 18, 2026
Paşxaneya meseleyê
Quebec eyaleteke fransîaxêv a Kanadayê ye û berê du caran (di salên 1980 û 1995an de) ji bo serxwebûnê referandûm pêk anîne. Di referandûma 1995an de dengên “Na” bi cudahiyeke gelekî piçûk (50.58%) bi ser ketibûn. Partî Quebecois (PQ) ku yek ji damezrînerên ramana serxwebûnê ye, di vê dawîyê de di anketan de yekemîn derdikeve. Lê belê fikarên raya giştî yên li ser têkilîyên bazirganî û aborî yên bi Amerîkayê re (bo nimûne, polîtîkaya gumrik û bacê ya Trump), PQyê neçar kir ku ji gaveke wiha bavêje.



