SerupelNûçeÇawa Lîtwanya, Latwîya û Estonya ji Yekitîya Sovyetê veqetîyan?

Çawa Lîtwanya, Latwîya û Estonya ji Yekitîya Sovyetê veqetîyan?

Têkoşîna Estonya û Lîtwanyayê ya ku bi rêya çalakîyên girseyî û referandûmên girseyî û bi referansên hiqûqa navneteweyî hat meşandin, hilweşîna Sovyetê lezand. Vê pêvajoyê îspat kir ku lawazbûna rejîmên otorîter derfetên dîrokî ji bo serxwebûna gelên bindest diafirîne.

Di salvegera 20-21-ê ebaxê de, biryarên dîrokî yên parlamentoyên Estonya û Latwîyayê yên ji bo serxwebûnê dîsa tên bibîranîn. Têkoşîna serxwebûnê ya Estonya û Latvîayê geşedaneke giring a dîroka Ewrûpayê ye. Di dawiya salên 1980î de tevgereke rizgariyê ya xurt li herêma Baltikê dest pê kir. Gelên herêmê li dijî rêveberiya Yekîtiya Sovyetê daxwaza azadî û serwerîyê kirin. Lîtwanya di adara sala 1990î de serxwebûna xwe ragihand. Estonya jî di 20 tebaxa sala 1991ê de gaveke ber bi serwerîyê ve avêt. Rojekê piştî vê jî Parlamentoya Latwîyayê biryara ji bo serwerîyê da. Vê pêvajoya serwerîya gelan, Ewrûpaya Rojhilat bi temamî guherand. Di vê çarçoveyê de çalakiya dîrokî ya Rêya Baltikê hat lidarxistin ku tê de du mîlyon mirovan destên hev girtin û zencîrek ava kirin. Ev zencîra mirovî ji paytexta Estonyayê heta Lîtwanyayê dirêj bû. Mirovan bi vê rêyê bang li civaka navneteweyî kirin ku piştevanîya serxwebûna welatê wan bike. Ev çalakiya aştîyane di qada navneteweyî de deng veda û bala hemû cîhanê kişand ser doza gelên herêmê.

Hiqûqa navneteweyî û referandûm

Pêvajoya serxwebûnê ya gelên Baltikê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî hat meşandin. Welatên Baltikê dagirkeriya sala 1940î ti carî nepejirandinc û civaka navneteweyî jî ev daxwaza qanûnî û rewa qebûl kir. Saziyên cîhanî li pey hev biryarên welatên Baltikê yên ji bo serxwebûnê bi lez naskirin. Di sala 1991ê de referandûmên dîrokî hatin lidarxistin û rêjeyeke gelekî bilind a welatiyan dengê ‘Erê’ dan serxwebûnê. Bi taybetî, gelên Lîtwanya û Estonyayê biryardariya xwe zelal nîşan dan ku Yekitîya Sovyetê ya bi lez ji hev diket nekarî li ber vî îradeyê tiştekî bike. Loma jî rêveberiya navendî نا neçar ma ku serwerîya herdu welatan nas bike.

Her wê welatên Baltikê di nexşeya Ewrûpayê de/Nexşe: Wikimedia Commons

Encamên tecrûbeya Baltikê

Têkoşîna Baltikê ji bo gelên bêdewlet  bû mînakeke gelekî giring. Tecrûbeya Baltikê nîşan da ku xebata ji bo serwerîyê ya aştîyane di şertûmercên guncaw de dikare bi ser bikeve. Helwesta erênî û desteka qada navneteweyî sebebeke din bû ku proseya serwerîya welatên li herêmê gihişt armanca xwe.

Encameke din a vê tecrûbeyê jî nîşan dide ku şertê sereke yê azadîya gelan, lawazbûn û hilweşîna rejîmên otorîter e. Dema ku sîstemên zordar ji ber krîzên navxweyî hildiweşin, ji bo gelên bindest derfetên dîrokî derdikevin holê.

Gelek lêkolînerên siyasî dibêjin ku doza Baltikê bû sebema bilezbûna hilweşîna Yektîya Sovyetê. Bêyî hilweşîna navendî ya wê sîstema otorîter, pêkanîna mafê diyarkirina çarenûsê di pratîkê de wê ne pêkan bûbûna. Ji ber vê yekê, ezmûna Estonya û Lîtwanyayê îspat dike ku xurtbûna tevgerên azadîxwaz û krîza rejîmên navendî ên ototîer rasterast bi hev ve girêdayî ne. Dema rejîmên desthilatdar hildiweşin, îradeya gelan dibe hêza sereke ku nexşeya siyasî ya cîhanê ji nû ve bê avakirin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.