Cengiz Demirtaş
Di tûra 16an a Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an de, Swîsre û Kolombiya Kanadayê hatin pêşberî hev. Di maça li Stadyuma BC Place a li bajarê Vancouverê her du tîman zêdetir giranî dan parastinê. Di dema asayî û dema zêdekirî (120 deqe) de gol nehat avêtin. Piştî wekheviya bêgol, Swîsreyê di penaltiyan de bi encama 4-3 Kolombîyayê têk bir û derbasî çaryekfînalê.
Taktîkên hişk û derfetên kêm
Ji deqeyên destpêkê yên maçê ve Swîsreyê hewl da ku bêtir topê di destê xwe de bigire. Li aliyê din, Kolombiyayê bi atakên dijber ên bilez xetere çêkir. Di nîva yekem de derfeta herî mezin a Kolombiyayê bi lêdana Gustavo Puerta hat, lê golparêzê Swîsreyê Gregor Kobel keleya tîma xwe parast. Swîsre jî bi lêdana Fabian Rieder bersiv da, lêbelê golparêz Camilo Vargas derfet neda Swîsreyê.
Her du tîman di nîva duyemîn de bi guhertina lîstikvanan hewl da ku çarenûsa maçê biguherînin. Di dema zêdekirî de heyecan hîn bêtir bilind bû; lêdana serî ya parastvanê Kolombiyayê Jhon Lucumi li dîrekê ket û Jaminton Campaz jî di deqeyên dawî de derfeteke pir mezin a gola serkeftinê ji dest da.
Lehengên penaltiyan: Gregor Kobel û Ruben Vargas
Di lêdanên penaltiyan de ji bo Kolombiyayê Davinson Sanchez top li dîrekê xist û golparêzê Swîsreyê derfeta golê neda lîstikvanê kolombîyayî Cucho Hernandez. Herçend, dema dor hat ser Manuel Akan û wî nikarîbû penaltîyê bike gol jî, Ruben Vargas di penaltiya dawî de rasterast gogê şand nava keleya Kolombîyayê û Swîsreyê gîhand serkeftinê.
Bi vê serkeftina dîrokî de tîma di bin rêvebiriya Murat Yakin de, cara yekemîn e ji sala 1954an û vir ve derbasî çarik fînala Kûpaya Cîhanê dibe. Swîsre wê di qonaxa bê de li Kansas Cityê derkeve pêşberî Arjantînê ku Lionel Messi lîstikvanê wê yê sereke ye.



