SerupelCivakKrîza serxwebûnxwazîya katalan kûr dibe

Krîza serxwebûnxwazîya katalan kûr dibe

Beriya pîrozbahiyên Roja Neteweyî ya Katalonyayê (Diada) bi sê heftiyan, nakokî û pevçûnên navxweyî yên di navbera partî û komên serxwebûnxwaz  de kûr dibin. Li gorî nûçeya malpera El Debate, parçebûna di navbera Enstîtuya Xweseriyê û tevgerên sivîl de bandorê li ser daxwazên referandûmê û siberoja siyasî ya herêmê dike.

Meseleya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê piştî bûyerên sala 2017an hîn jî wekî meseleyeke alozîyê di  Katalonya û Îspanyayê hebûna xwe didomîne. Di vê serdemê de ku tenê sê hefte ji pîrozbahiyên  Diadayê re man, rêxistin û partiyên ku piştgiriya serxwebûnê dikin, niha ketine nava nîqaşeke kûr.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê El Debate ve hatine weşandin, pevçûnên navxweyî yên di navbera pêkhateyên serxwebûnxwaz de gihîştine asteke bilind. Dema ku aliyekî dixwaze riya muzakere û hevkarîyê bi hikûmeta Îspanyayê re bidomîne, aliyê din ê radîkal daxwaza gavên lezgîn û yekalî ji bo pêkanîna encamên referandûma berê dike. Vê rewşê di nav refên alîgirên serxwebûnê de xemgînî û dubendiyeke kûr diafirîne.

Her ku roja neteweyî nêzîk dibe, daxwazên ji bo nûkirina prosesa referandûmê dibin sedema nîqaşên germ. Komên sivîl, partiyên siyasî bi paşguhkirina sozên xwe yên serxwebûnê û ketina nava lîstikên desthilatdariyê tawanbar dikin. Encamên vê parçebûnê nîşan didin ku stratejiya hevpar a ji bo referandûmeke nû û naskirî niha ji holê rabûye.

Encamên pevçûna navxweyî 

Meseleya referandûmê tenê ne mijareke qanûnî ye, lê di heman demê de amûrek e sîyasî ye ku partîyên katalan ji bo parastina hêza xwe bi kar tînin. Lêbelê, hevkarîya ku berê di navbera rêxistinên sivîl û partiyên siyasî de hebû, îro êdî ne pêkan e. Beşek mezin a civaka katalan a ku piştgirîya serxwebûnê dike, ji ber guhertina helwesta siyasî û derengketina gavên pratîkî xemgîn e.

Beriya bûyerên Diadayê, bangên ji bo xwepêşandanan tên kirin lê li aliyekî din, tirsa ku beşdarîya gel a ji ber van pevçûnên navxweyî wê kêm bibe, gav bi gav serdest dibe. Partîyên katalan di şertûmercên heyî de ji bo daxwaza referandûmeke fermî nikarin bibin yek enerjîya xwe ji bo tawanbarkirina hevdu xerc dikin.