SerupelCivakGersau bû "Gundê Salê yê Swîsreyê"

Gersau bû “Gundê Salê yê Swîsreyê”

Gersau, ku berê wekî herêma herî biçûk a Ewrûpayê dihat naskirin, bû gundê herî balkêş ê Swîsreyê û di asta welêt de xelata navdar a "Schweizer Dorf des Jahres" (Gundê Salê yê Swîsreyê) qezenc kir.

Gersau, ku girêdayî kantona Schwyz e, di fînala pêşbirka 12emîn a salane ya “Schweizer Dorf des Jahres” de bi ser ket. Ev pêşbirk yekem car di sala 2015an de bi navê “Das schönste Dorf der Schweiz” (Gundê Herî Xweşik ê Swîsreyê) dest pê kiribû. Lê belê, di sala 2020an de navê wê wekî “Schweizer Dorf des Jahres” hate guhertin. Mijara pêşbirkê her sal ji nû ve tê dîyarkirin û balê dikişîne ser aliyekî cuda yê jiyan, çand û nasnameya herêmî ya gundan.

Taybetîyên pêşbirkê

Di çarçoveya vê pêşbirkê de gund û bajarokên ku nifûsa wan di bin 10,000 kesî de ne ji alîyê welatîyan  ve  ji bo pêşbirkê tê pêşnîyazkirin. Pêşniyazên ji bo sala 2026an di gulana borî de hatin berhevkirin. Paşê, edîtorên kovarên Schweizer Illustrierte û L’illustré tevî juriyê, ji nav hemû pêşniyazan 6 gundên fînalîst hilbijartin. Di qonaxa dawî de, bi dengdana gel serketiyê pêşbirkê diyar bû. Di nav 6 fînalîstên sala 2026an de gundên Bosco, Gurin, Vella, Albinen, Saint-Saphorin û Bönigen hebûn.

Kurtedîrok

Gersau îro şaredarî û navçeyeke girêdayî kantona Schwyz e ku li peravên Gola Lucerne cih digire. Giringîya dîrokî ya Gersau ji dema serxwebûna wê ya di bin navê “Komara Azad a Gersauyê” (Freie Republik Gersau) de hatibû ragihandin, tê.  Bi sedsalan, Gersau wekî dewleteke piçûk û serbixwe bi Konfederasyona Swîsreyê re peyman û hevalbendiyeke domdar pêk anî bû.

Bi dagirkirina Fransayê re ya di sala 1798an de, Komara Gersau hilweşiya û di serdema Komara Helvetîk de bi Kantona Waldstätten ve hate girêdan. Paşê, bi «Qanûna Navbeynkariyê» (Mediationsakte) ya ku ji hêla Napolyon Bonaparte ve hatibû derxistin, Gersau bi Kantona Schwyz ve hate girêdan. Piştî bidawîbûna desthilatdariya Napolyon, niştecihên gund di sala 1814an de Komara Gersau careke din ava kirin û ev paşê Kantona Schwyzê Gersau xist bin kontrola xwe.


Cengiz Demirtaş, rojnamevanê kurd e ku ji sala 2019an ve di qada ragihandinê de dixebite. Demirtaşê ku li ser endezyarî û radyo-televîzyonê perwerde dîtiye, ji sala 2022an ve kariyera xwe ya rojnamevaniyê li derveyî welat berdewam dike.