Zarokistanên Xalxalok û Perperike yên ku di bin banê Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî ya Beledîyeya Peyasê de xebatên xwe didomînin, li ÇandAmedê şahiya dawîkirina sala xwendinê li dar xistin. Zarokên ku di kreş û malên lênihêrtina zarokan de perwerdehiya pirzimanî dibînin tevlî şahîyê bûn.
Piştî axaftinên kurt ên mamosteyan, dik ji zarokan re hate hiştin. Zarokan performansên xwe yên stran, govend hunerê pêk dihat, pêşkêş kirin. Malbatên zarokan jî di şahiyê de amade bûn û bi çepik û tilîliyan piştgiriya zarokên xwe kirin.
Şahî bi beşdariya alîkarên hevşaredaran û endamên Meclisa Beledîyeya Peyasê ve hate lidarxistin. Di tevahiya bernameyê de atmosfera şahî û kêfxweşiyê serdest bû. Di bernameyê de hat diyar kirin ku wê xebatênli ser perwerdehiya bi zimanê dayikê bê domandin.



