SerupelAborîModelên Anthropicê li derveyî Amerîkayê hatin astengkirin

Modelên Anthropicê li derveyî Amerîkayê hatin astengkirin

Hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gihîştina modelên AI yên Mythos 5 û Fable 5 yên şirketa Anthropicê ji bo biyanîyan qedexe kir. Hikûmetê ev biryar bi hinceta fikarên ewlehiya neteweyî da.

Hikûmeta Amerîkayê bi hinceta ewlehiya neteweyî modelên Mythos 5 û Fable 5 ji bo hemû biyanîyan rawestand. Şirketa Hişê Çêkirî (AI) Anthropicê piştî vê biryarê gihiştîna modelên xwe yên herî nû, Mythos 5 û Fable 5, ji bo hemû kesên ne-amerîkî re asteng kir.

Li gorî daxuyaniya şirketê, vekolîna li ser Fable 5ê hatîye kirin nîşan dide ku bi tenê çend kêmasiyên biçûk ên vê modelê hene û ew ji bo ewlehiya giştî ne xetere ye. Şîrketê da zanîn ku ligel vê rastîyê jî ew ê li gorî biryara hikumeta federal tevbigere.

Navbera Anthropicê û hikumetê ne baş e

Berî niha jî navbera Anthropicê û hikûmeta Amerîkayê aloz bûbû.  Di mehên borî de şirketê destûr nedabû modelên wê ji bo şopandina civakê û bi armancên leşkerî bên bikaranîn. Li pey vê nakokiyê, Pentagonê navê Anthropicê xistibû nav lîsteya reş û hin kontratên wê yên bi hikumeta federal re hatibûn betalkirin.

Mythos 5 û Fable 5 di 9ê hezîranê de pêşkêşî bazara AI hatibûn kirin û wekî modelên herî pêşketî yên Anthropic tên hesibandin. Pispor dibêjin ku astengkirina van modelan dikare li ser planên şirketê yên ketina bazara borsayê ya di dawiya salê de bandoreke neyînî çêbike.

Gelek çavdêran bawer dikin ku di salên bê de pirsên wekî kontrola teknolojiyên AI, ewlehiya neteweyî û mafên bikaranîna AIyê wê li cîhanê bibin mijarên sereke.