Kovara du hefteyî Kurdistan hejmara xwe ya 55. weşand. Dengdanên li ser statu û serwerîyê bi dîrok û geşedanên aktuel tevlî mijarên bi Kurdistanê re eleqeder piranîya naveroka hejmara dawî pêk tîne.
Nivîsa edîtor wiha balê kişandîye ser meseleya statu û serwerîyê: “Hejmara 55an bi pirseke gerdûnî dest pê dike: Kî statuya gelekî diyar dike û bi kîjan rêyê? Li Kanadayê Albertayê mayîna di nava sînorên federal de hilbijart, Skotlandê bi kampanyaya “Choose Scotland” serxwebûnê xist rojevê û Katalonyayê û Welatê Baskê jî 47 sal berê bi dengdanê statuyên xwe yên xweseriyê pejirandin. Van her sê mînakan nîşan didin ku referandûm dikarin bibin sebeba venasîn û pêşxistina statuyê.”
E-kovarê di hejmara dawî de dest bi weşandina lêkolîna Dr. Îbram Kefensoyan a “Ji serweriyê ber bi naskirina sînoran ve” kirîye. Beşa yekem a vê gotarê li ser dema mîrektîyên kurd heta serhildana Dêrsimê ye. Nivîskar di lêkolînê de daye dûv bersiva pirsa “daxwaza serxwebûnê çawa veguherî nîqaşa sînor û statuyê?
Konfederasyona Swîsreyê, di hejmara dawî de bi gotara li ser Kantona Zurichê berdewam dike. Dîrok, aborî, ziman, demografî û pergala polîtîk a kantonê Mijara vê dosyeyê ne.
Kurdistan e-kovareke Infowelat e ku ji 15 rojan carekê tê weşandin. Naveroka weşanê li ser tecrûbeyên federalî, otonomî, parastina ziman û têkoşîna ji bo venasîna neteweyî ye. E-kovara ku ji 2023an ve tê weşandin.
Mijarên e-kovarê:
- Ji Serwerîyê ber bi naskirina sînoran ve
- Têkoşîna ji bo statuyê: Referandûmên 1979an ên Katalonya û Welatê Baskê
- Peymana Şengalê: Întegrasyon an qutbûna ji başûrê Kurdistanê?
- Qanûna Zimanê Galî di 1993an de hat qebûlkirin
- Welatê Baskê û aştî: Çawa ETA alozîya 50 salan bi dawî kir?
- Li Kanadayê referandûm: Alberta federalîzmê hilbijart
- SNP ji bo serwebûna Skotlandê dest bi kampanyayê dike
- Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Zurichê

