Îliyana Jotova, seroka demî û cîgira berê ya serokê Bulgaristanê, di tûra duyemîn a hilbijartina serokatîyê de ku di 1ê çirîya pêşîn a 2026an de pêk hat bi ser ket. Jotova bi 57,6% dengan bû seroka jin a yekem a ku bi rêya hilbijartinê hat ser kar. Andrey Gyurovê ku destekê ji partîyên piştgirîya Yekitîya Ewrûpayê dikirin digirt, 39,5% dengan girt. Rêjeya beşdarîyê encax gihişt 29,1%.
Jotova di kampanyaya xwe de wekî “seroka aşitîyê” xwe pêşkêş kir. Wê soz da ku nêrîneke hevseng li hemberî Rûsyayê bigire, li dijî alîkarîya leşkerî ya zêdetir ji Ukraynayê re derkeve û Bulgaristanê ji “îtaeta çavkor” a Yekîtîya Ewrûpayê dûr bixe. Wê di hevpeyvîneke xwe de got ku “ez Rûsyayê wek dewleteke dijmin nabînim… Ez hêvî dikim ku Rûsya di avahîya ewlekarîya siberoja Ewropayê de cih bigire.”

Jotova di sala 1964an de li Sofyayê hate dinyê. Wê wek pêşkêşvan û edîtorê nûçeyan li Televîzyona Neteweyî ya Bulgaristanê xebitî û paşê bû endama Partîya Sosyalîst a Bulgaristanê. Di salên 2007 û 2014an de bû endama Parlementoya Ewropayê bû. Di sala 2016an de bû cîgira Radev û piştî ku Radev di kanûna paşîn a 2026an de ji serokatîyê îstifa kir, Jotova bû seroka demî.
Ev serkeftin pozîsyona hukumeta Radev xurtir dike û nîşan dide ku nêzîkbûna digel Rûsyayê û daxwaza aşitîyê bi rêya danûstandinan piştgirîyê ji civakê digire. Serokatîya Bulgaristanê bi piranî xwedî erkên sembolîk e: serok nûnerê dewletê ye, û di hin rewşan de dikare parlementoyê belav bike an serokwezîrê nû diyar bike, lê desthilatdariya sereke û biryarên siyasî yên giring di destê hukumet û parlementoyê de ne. Bi vî awayî, serkeftina Jotovayê zêdetir wekî nîşana piştgiriya gel a ji bo Radev e tê şîrovekirin.
Ji aliyê jeopolîtîka herêmê ve, hilbijartin di demeke hesas de pêk hat ku êrişên bi dronan yên li Deryaya Reş û şerê Ukraynayê bandorê li ser Balkanan dikin. Bulgaristan wek endameke NATO û Yekîtiya Ewrûpayê di navbera zextên welatê Rojava û daxwazên aşitiyê yên nêzîkî Moskowê de dimîne. Serkeftina Jotovayê nîşan dide ku beşek mezin a civakê alîkariya leşkerî ya bêserûber a ji bo Ukraynayê naxwaze. Encamên hilbijartinê dikare bandora Rûsyayê li Balkanan zêdetir bike hevsengîya polîtîk a li vê herêmê xera bike.

