SerupelKurdistanYBŞê peymana întegrasyonê bi Iraqê re îmze kir

YBŞê peymana întegrasyonê bi Iraqê re îmze kir

Hêzên kurd ên li Çiyayê Şengalê peymana întegrebûnê bi Iraqê re îmze kirin. Peyman bi merasîmeke fermî a hevpar artêşa Iraqê û fermandariya YBŞ-YJŞê hat ragihandin. Li gorî vê peymanê ji 4 hezarî zêdetirşervanên YBŞ û YJŞê tevlî pergala ewlehiya federal a Iraqê dibin.

Merasîma hevpar a artêşa Iraqê û YBŞ-YJŞê duh li Çiyayê Şengalê hat lidarxistin. Şervanên kurd ên Şengalê, dayik û oldarên êzidî, şêwirmendê serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, parêzgerê Nînowayê û hejmarek rayedarên payebilind ên artêşa Iraqê tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de, hem daxuyaniya YBŞ-YJŞê hem jî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê cuda cuda hatin xwendin.

Di daxuyaniya fermandariya kurd de hate ragihandin ku wê hêzên YBŞ-YJŞê li gel 4 hezar û 165 şervanên xwe beşdarî pergala ewlehiya federal bibin ku wê ev pêngav bibe zemîneke xurt di berpirsyarîya netewî de. Her wiha parastina mafên şervanan, parastina rûmeta şehîdan, ewlehiya Şengalê û mîsogerkirina maf û nasnameya gelê Şengalê wekî şertê pêkanîna vê peymanê hate destnîşankirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de giringiya xurtkirina rola saziyên sivîl û rêveberiyên xwecihî li Şengalê û kûrkirina demokrasiyê derket pêş. YBŞê bîranîna şehîdên jenosîda êzidiyan û tevahiya şehîdên Iraqê anî ziman û diyar kir ku wan di oxira parastina Şengalê de 530 şehîd dan e.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) weke hêzeke çekdarî ya êzîdiyan piştî êrîşên DAIŞê û komkujiya 2014an hatibû avakirin. Hewlêr û Bexdayê di sala 2020an de lihevkirineke asayîkirina rewşê îmze kiribûn û bal kişandibûn ser derxistina hêzên derveyî sîstema dewletê. Herwisa di dema borî de Iraqê biryara qedexekirina PKKê dabû ku vê yekê hewldanên YBŞê yên ji bo bûyîna hêzeke qanûnî lezandibû.

Foto: Hêzên YBŞ-YJŞê yên li Çiyayê Şengalê/Rudaw