Berî ku civînên fermî dest pê bikin, lûtke rastî alozîyeke mezin hat. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, bi daxuyanîyên xwe yên li ser Îranê û dubarekirina daxwaza xwe ya ji bo kontrolkirina Greenlandê di nava NATOyê de tansîyonê bilind kir. Helwesta Trump rastî berteka tund a Denmarkê hat û di nava endamên din ên NATOyê de bû sebeba fikarên mezin.
Lêbelê, tevî van hemû nîqaşên ku endamtîya DYAyê ya ji bo NATOyê dixist bin gumanê, encam erênî bû. Piştî civînan, Trump ji rojnamevanan re axivî û got, “Li wê odeyê hezkirineke mezin û yekîtîyeke xurt hebû. Me demeke pir xweş derbas kir û ez difikirim ku ev serkeftineke mezin e.” Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte jî dîyar kir ku hevalbendên DYAyê rêberîya Trump bi germî pêşwazî kirine.
Ji bo parastinê budceyeke mezin û teknolojîya AI
Di daxuyanîya fermî ya Enqereyê de hat destnîşankirin ku xala 5an a Peymana Washingtonê “pola” ye û “êrîşeke li ser endamekî, êrîşeke li ser hemûyan e.” Endamên NATOyê di civînên li Enqereyê 50 mîlyar dolar kirînên nû yên leşkerî ragihandin. Herwiha, NATO plansazîya stratejîyeke dîjîtal û sîber ya şer a Transatlantîkê pejirand.
Piştgirîya ji bo Ukraynayê
Mijareke din a giring a lûtkeyê Ukrayna bû. Endamên rêxistina leşkerî ragihandin ku ew li pişt serwerî û yekparçeyîya xaka Ukraynayê ne. Ji bo sala 2026an, endamên NATOyê soz dan ku wê 70 mîlyar euro amûrên leşkerî, alîkarî û perwerdehîyê bidin Ukraynayê û ev alîkarî wê di sala 2027an de jî bidome. Hat dîyar kirin ku barê darayî yê vê alîkarîyê niha bi piranî di stûyê Ewrûpa û Kanadayê de ye.
Analîz
Lûtkeya Enqereyê nîşan da ku Amerîkaya di bin rêberîya Trump de bandora xwe ya di mekanîzmayên biryargirtinê yên NATOyê de zêde dike. Endamên ewrûpî yên rêxistinê ji bo Trump Amerîkayê ji NATOyê dernexe di gelek mijaran de paş ve gav davêjin.Di civînên dawî de sê peyamên stratejîk hatin daîyn: Yekemîn, barê darayî yê parastina Ewrûpayê û alîkarîya Ukraynayê êdî bi giranî ji ser milê DYAyê diçe ser milê Ewrûpa û Kanadayê. Duyemîn, NATO xwe ji bo şerên pênaseya nû (Hişê Çêkirî) amade dike. Sêyemîn jî, helwesta li dijî Îranê û parastina rotaya Tengava Hurmuzê wekî xeteke sor hat destnîşankirin. Bi kurtasî, Enqereyê nîşan da ku NATO tevî nakokîyên navxweyî jî, wekî tifaqa parastinê ya herî mezin a cîhanê wê hebûna xwe bidomîne.


