Raporeke dawî nîşan dide, talana daristanan li herêma Amazona li Brazîlê kêm dibe. Li gorî raporê, par 9.8 milyon donum daristan hatîye tunekirin û ev yek ji saleke berê ji % 20 kêmtir e.
Rapora li ser mijarê ji alîyê sazîya MapBiomasê ve hat weşandin ku bi hevkarîya zanîngeh, sazîyên sivîl û yên teknolojîyê yên brazîlî hatîye damezrandin.
Di raporê de tê gotin, ji sala 2019an û vir ve cara ewil tunekirina daristanê daketîye vê astê. Sazîyê radigihîne, daristanên Amazonê ji bo berfirehkirina erdên çandinîyê tên tunekirin.
Bêguman, sebeba kêmbûna talana Amazonê rêveberîya Lula de Silva ya li Brazîlê ye. Lula de Silvayê çepgir di 2023an de careke din bûbû serokê Brazîlê û wî soza parastina Amazonê dabû.
Di dema serokê Brazîlê Luis Bolsonaroyê rastgir de daristanên Amazonê bi rengekî hovane hatibû talankirin.
Tevî hewldanên wî yên parastinê jî, serokê nû Lula de Silva ji alîyê xwezaparêzan ve tê rexnekirin. Lula destûrê dabû meşandina projeyeke mezin a ji bo dîtina petrolê li devereke nêzîkî Amazonê.

Çima Amazon giring e?
Daristanên Amazonê ku wekî “daristanên baranê” jî tên binavkirin, bi rûzemîna xwe ya bi qasî 6 million km2 daristanên herî mezin ên cîhanê ne. Ji % 60ê daristanan di nava erdên Brazîlê de ye û yên mayî di bin kontrola Peru, Kolombîya, Bolîvya, Ekwador, Venezûela, Guyana, Guyanaya Fransa û Surînamê de ne.
Hebûna Amazonê sebeba ewlehîya avhewaya cîhanê ye. Daristan di asteke mezin de karbondîoksîdê dikişîne nava xwe. Herwiha, Amazon li derdora ji % 10an a cihêrengîya bîolojîk a cîhanê dihewîne. Tunekirina daristanê bandoreke mezin li guherîna avhewayê dike.



