SerupelCivakReferandûma 1946an a Faroyê: Nîqaşa serwerîyê û statûya îro

Referandûma 1946an a Faroyê: Nîqaşa serwerîyê û statûya îro

Gelê Giravên Faroyê salvegera yek ji bûyerên giring yên dîroka xwe bi bîr tîne. Di 14ê îlona 1946an de li giravan referandûma serxwebûnê hat lidarxistin. Encama vê dengdanê nebû sedema damezrandina dewleteke serbixwe, lê belê derîyê serdemeke nû di doza serwerî û xweserîyê ya nifşên paşîn de vekir.

Di referandûma di 1946an de de ji gelê Faroyê hat pirsîn ku gelo ew guherîna peymana li gel Denmarkê dipejirînin an jî dixwazin bi temamî veqetin. Li gorî daneyan, 5,660 kesî (50.72%) dengê xwe da ‘Serxwebûnê’ û 5,499 kesî jî (49.28%) piştgirî da biryara mayîna di nava Denmarkê de.

Piştî referandûmê, di 18ê îlona 1946an de, Parlamentoyê Faroyê (Lagting) serxwebûna Giravên Faroyê ji cîhanê re ragihand. Lê belê ji ber ku encam gelekî nêzîkî hev bû û 481 deng hatibûn betalkirin, desthilata Kopenhagê û Qralê Denmarkê Christian X serxwebûna Faroyê qebûl nekirin. Qral di 24ê îlonê de parlamentoyê ji hev belav kir û biryara hilbijartinên nû da.

📌 Referandûma 1946an: Tunebûna Plana Aboriyê

Prof. Hans Andrias Sølvará balê dikişîne ku referandûm bêyî ti amadekarî hat lidarxistin. Di sala 1946an de ne projeya destûra bingehîn hebû ne jî planeke zelal ji bo paşeroja aboriyê. Ji ber ku hemû pergala darayî rasterast bi Denmarkê ve girêdayî bû, piştî derketina encamê ti amadekarî ji bo mûçe û rêveberiya darayî tunebû.

Bêamadekarîya ji bo serxwebûnê

Prof. Hans Andrias Sølvará destnîşan dike ku yek ji sedemên sereke yên têkçûna vê biryarê, bêamadekariya saziyên siyasî bû. Wê demê plana budçeyê û destûra bingehîn ji bo dewleteke serbixwe nehatibû amadekirin. Wekî mînak, ti kesî nedizanî bû ku di meha paşîn de mûçeyên (meaş) xebatkaran wê ji kîjan çawa bihata dayîn, ji ber ku saziya darayî (Gjaldstovan) bi temamî di destê Denmarkê de bû.

Ev alozî pişt re encamên hilbijartina qanûna paşîn a 1946an guherandin. Partiyên alîgirê yekitîya bi Denmarkê re piranîyê bi dest xistin û encama danûstandinan di 30î adara 1948an de, bi Peymana Xweseriyê (Home Rule Act) bi dawî bû.

Xweserîya berfireh

Giravên Faroyê ji 18 giravan pêk tê ku li bakurê Okyanûsa Atlantîkê, di navbera Skotland, Îsland û Norwêcê de ne. Giravî xwedî çand û zimanekî resen in ku qismeke mezin a wê li paytext Tórshavnê niştecî bûne. Her çiqas ji aliyê siyasî ve girav bi ser Denmarkê ve be jî, di mijarên rêveberiya navxweyî de xwedî otonomiyeke berfireh e.

Sîstema rêveberiya giravan li ser bingeha parlamentoya wan a dîrokî ya bi navê Lagtingê hatîye damezrandin. Giravên Faroyê di polîtîkaya aborîyê û di ewlehiya navxweyî de serwer e. Statuya herêmê destûrê dide ku girav di saziyên navneteweyî û peymanên bazirganiyê yên bên temsîlkirin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.