SerupelEkolojîŞewat nêzîkî Bordeauxê dibe: Tenê 15 km man!

Şewat nêzîkî Bordeauxê dibe: Tenê 15 km man!

Li Fransa û Îspanyayê şewatên mezin û ên daristanan zêdetirî 325 hezar kes neçar kirin ku terka malên xwe bikin. Tîmên agirkuj di şert û mercên dijwar de li dijî karesatê têdikoşin. Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ji bo birêvebirina krîzê ketine tevgerê. Bordeaux ku bajarekî mezin ê Fransayê ye di xetereyê de ye.

Encamên karesata şewatê li Fransa û Îspanyayê her ku diçe giran dibe. Ji ber şewatên herî giran ên di dîroka her du welatan de, zêdetirî 325 hezar kesan li herêma Girondeyê ya li başûrêrojavayê Fransayê û li nêzîkî Madrîda paytexta Îspanyayê terka malên xwe kirin. Li gorî daxuyaniya Federasyona Neteweyî ya Agirkujên Fransayê (FNSPF), şewata li Fransayê bûye sedema pêkhatina  “pyrocumulonimbus.” Pyrocumulonimbus ewrên mezin ên di encama şewatê pêk hatine û bayê xwe bixwe diafirînin. Ev ewr bi rêya birûskan dibin sedema geşbûna şewatên nû. Berpirsên agirkujiyê ji bo vê rewşê li defa hawarê dixin.

Lîder ketin nava tevgerê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo nirxandina vê rewşa awarte civîneke krîzê ya kabîneyê xwe li dar dixe. Li aliyê din, Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez çû serdana Valenciayê ku şewateke nû li wir dest pê kiribû. 15 hezar kes neçar mabûn ji devera şewata li Valenciayê birevin. Qralê Îspanyayê Felipe VI jî di dema serdana xwe ya li stargeheke ji bo şewatê hatibû amadekirindiyar kir ku şewatên daristanan zirarên “nayên pîvandin” gihandine mîrateya xwezayî ya welat.

Zanyar radigihînin ku guherîna avhewayê rûdanên wiha yên hewayê yên awarte pirtir û girantir dike. Li Fransayê, şewatê tenê ji roja çarşemê vir ve 420 hezar donim qadê wêran kir. Hat ragihandin ku ji ber dûmanên jehrî û şertên giran, gelek agirkuj birîndar bûne, hin kes jîyana xwe ji dest dane. Rêyên sereke û xetên trênê yên giring hatine birîn.

Çavkanî: Google Earth

Bordeaux di xetereyê de ye 

Bordeaux ku bajarekî mezin Fransayê ye û li ber kevîya Okyanûsa Atlantîkê ye, bi xetereya şewatê re rû bi rû ye. Şewata daristanan 15 kîlometre dûrî Bordeauxê te û herku diçe nêzîkî bajêr dibe.  Bordeaux bi qada xwe ya metropolî ya mezin mazûvaniya 850 hezar niştecîhan dike û wekî navendeke sereke ya pîşesaziya hewavanî (aerospace) û şerabê ya Fransayê ye.