SerupelÇandRojnameya "Kurdistan" 128 sal berê hat weşandin

Rojnameya “Kurdistan” 128 sal berê hat weşandin

Îro Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Rojnameya ewil a bi navê "Kurdistan" 1898an de li Qahîreya ji alîyê Miqdad Mîdhed Bedirxan ve hat weşandin. .

Roja Rojnamegeriya Kurdî îro di 22ê nîsanê de de ket sala 128an.

Rojnameya ewil 1898an de li Qahîreya paytexta Misrê ji alîyê Miqdad Mîdhed Bedirxan ve hat weşandin.

Navê vê rojnameyê “Kurdistan” bû û li ser 31 hejmar çap kir.

5 hejmarên vê rojnameyê ji alîyê Miqdad Mîdhed Bedirxan ve yên mayî jî ji alîyê biryayê wî Ebdurrehman Bedirxan ve hat weşandin.

Hejmarên yekemîn heta 5. li Qahîreyê, 6. heta 19. li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê, ji hejmarên 20. heta 23. careke din li Qahîreyê, hejmara 24. li Londonê, ji 25. heta 29. li Brîtanyayê û hejmarên 30. û 31. jî dîsa li Cenêvê hatin çapkirin.

Çend rojnameyên din ku piştî rojnameya Kurdistanê hatin weşandin jî ev in:

“Şerq û Kurdistan”, “Amîd-î Sevda”, “Rojî Kurd”, “Hetawî Kurd”, “Yekbûn” û “Jîn”, rojnameyeke din a bi navê “Kurdistan” û “Jîn” hatin weşandin.

Roja Rojnamegeriya Kurdî cara ewil di 1973yan li başûrê Kurdistanê wekî 22yê nîsanê hat qebûlkirin.

Ji ber nûçeya Rûdawê hatîye nivîsandin. 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.