SerupelÇandŞervan Ayaz: "Cegerxwîn li ser navê min axivî"

Şervan Ayaz: “Cegerxwîn li ser navê min axivî”

Şervan Ayaz berhema xwe ya nû ku ji helbesta helbestvanê navdar ê kurd Cegerxwîn hatîye amadekirin, bi klîbeke balkêş pêşkêşî hezkiriyên muzîka kurdî kir. Berhem hem bi nêzîkbûna xwe ya muzîkî hem jî bi naveroka xwe balê dikişîne.

Muzîkjen Şervan Ayaz bi strana xwe ya nû ya bi navê “Cegerxwîn” derket pêşberî guhdaran. Klîba stranê ku di platforma YouTubeê de hat belavkirin, di pênc rojan de ji aliyê nêzîkî 7,000 kesî ve hat temaşekirin.

Gotinên stranê ji helbesta helbestvanê mezin Cegerxwîn hatine girtin. Ji ber ku helbest bixwe dirêj e, Ayaz ji bo strana xwe hevsengiyeke taybet çêkiriye û beşên ji helbestê li gorî strana xwe kurt kirine.

Klîba stranê bi dîmena bi bandor a rêyeke teng û dirêj ku ber bi Çiyayê Agirî ve diçe, dest pê dike. Di kêliyên yekem ên klîbê de, karakterê sereke ku şivanek e û liv û tevgera kerîyê ya ji jor ve, atmosferek gundewarî dide der ku her wekî jiyana hatîye jibîrkirin a gundên Kurdistanê nîşanî temaşevanan bide.

Aranjeya mînîmalîst

Ayaz di vê xebata xwe de rêbazeke mînîmalîst bi kar anîye. Di çêkirina stranê de tenê sê amûrên muzîkê hatine bi kar anîn: Bilûr, tenbûr û keman. Aranje û hilberîna muzîkê ji aliyê Şervan Ayaz bixwe ve hatiye kirin û ew bixwe di stranê de bilûr û kemanê lê dixe; li gel wî Mizgîn Ayaz tenbûrê û Erdi Arslan jî bilûrê bi kar tîne.

Dîmenê Şivan û pez ji klîbê/Screenshoot:Youtube

Şervan Ayaz: “Muzîk ne tenê ji bo demborînê ye”

Şervan Ayaz di daxuyaniya xwe ya ji bo Berwarnewsê de behsa armanc û hestên xwe yên di derbarê vê stranê de kir. Ayaz got ku muzîka cîhanê û her wiha ya kurdî jî êdî bi lezûbez ji bo demborîna rojane tê bikaranîn û wiha got: “Min xwest tiştekî ku îro di muzîkê de kêmasiya wê hîs dikim bînim ziman. Li gelek cihên cîhanê muzîk êdî wek xwarineke lezgîn an jî amûreke demborînê tê pêşkêşkirin. Mixabin muzîka kurdî jî ji vê meylê bêpar nemaye. Îro em dikevin dûv rîtm û awazên xweş, lê belê naverok û peyama ku stran dide jiyana me diçe plana duyemîn. Lê muzîk ne tenê tiştekî bo guhan e; ew rêyek e bo vegotina kul, hafiza û têkiliya mirovan a bi cîhanê re ye.”

“Cegerxwîn li ser navê min axivî”

Ayaz destnîşan kir ku sedema hilbijartina vê helbestê peyama kûr a Cegerxwîn e:

“Tiştê ku di rêzên Cegerxwîn de ez bandor kirim ev bû: Wî dengê hejar, girtî, birçî û bêmalan girt ser milê xwe û di heman demê de bi hevoka ‘Ez nizanim çi bêjim’ bêçareseriya peyvan a li beramberî van êşan îfade kir. Dema min ev helbest xwend, min di rêzên bi salan berê hatine nivîsandin de tiştên xwe dîtin; herwekî ku Cegerxwîn li ser navê min diaxivî. Min jî xwest bi awazên xwe bibim hevparê vê dengî.”

Ayaz bal kişand ser mijara klîbê û pêwendîya mirovên kurd a bi ax û çandê re jî û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Cihdana jiyana rojane ya gundekî Kurdistanê di klîbê de jî bi vê yekê re têkildar e. Îro gelê kurd di navbera bajar û kevneşopiyê de dijî û kûrkirina têkiliya wan a bi kok û axa wan re tiştekî hêja ye. Ji bo min muzîk ne tenê stranbêjî ye; divê xwedî derdekî be û di dilê guhdar de bibe bersiv.”

Lînka Klîbê: Şervan Ayaz – Cegerxwîn li ser YouTubeê

Fotoyê rûpela ewil: Şervan Ayaz