Japonyayê qaîdeyên îxracata sîlehan ji nû ve saz kir. Li gorî qaîdeyên nû keştiyên şer, fuze û sîlehên din ên kuştar wê karibin bifiroşin derve.
Yekem serokwezîra jin a Japonyayê Sanae Takaichi di medyaya civakî de got: “Êdî tu welat bi tena serê xwe nikare aştî û ewlekariya xwe biparêze. Di mijara alavên parastinê de welat divên şirîkatiya hev bikin û piştevaniyê bidin hev.”
Di vê sazkirina nû ya hikûmeta Takaichiyê de 5 kategotiyên îxracatê yên wekî amûrên rizgarkirin, neqilkirin, hişyarî, çavdêrî û paqijkirina mayinan jî tên guherandin. Di serdema nû de, pêşniyarên firotinê her carê wê ji aliyê wezîr û rayedaran ve bên nirxandin.
Sê qaîdeyên îxracatê yên wekî alavên ji bo lêgerîna tund, kontrolên neqilkirinê yên welatên sêyem û firotina sîlehan a welatên pev diçin wê nayên rakirin. Bes eger dema hikûmet di mijara ewlekariya neteweyê de rîskê bibîne, wê karibe di van qaîdeyan de jî îstisnayan pêk bîne.
Armanca vê guherînê wekî xurtkirina sanayiya parastinê tê destnîşankirin. Tevî vê guherînê xuya ye ku Japonya dev ji polîtîkayên pasifîst ên li pêyî Şerê Cîhanê yê Duyem berdide. Hikûmeta li ser kar van polîtîkayan yekser diguherîne û bi awayê fermî qedexeyên li ser îxracata sîlehên kuştar radike. Tokyo bi avêtina vê gavê ve daxwaz dike ku têkeve nav bazara parastinê ya gerdunî.
Japonyayê li pêyî Şerê Cîhanê yê Duyem polîtîkayeke pasifîst diparast û binyata leşkerî tenê li ser parastinê ava kiribû. Herweha jî îxracata sîlehan tenê ji bo alîkariya însanî û lojîstikê bi sînor kiribû. Lewma jî pisporên babetê vê gava hikûmetê wekî “serdema li pêyî şer bi awayê fermî hat girtin” rave dikin.
Tê zanîn ku li herêma Asya-Pasifîkê di navbera Japonya û Çînê de dijberî heye. Japonya vê dijberiyê ji bo ewlehiya xwe wekî xetere dibîne. Lewma jî tê gotin ku hikûmetê vê gavê ji ber sedema vê reqabetê avêtiye.


