SerupelÇandBanga guherandina Destûra Bingehîn a Fransayê ji bo zimanên herêmî

Banga guherandina Destûra Bingehîn a Fransayê ji bo zimanên herêmî

Du parlementerên Fransayê ji bo parastina zimanên herêmî yên wekî baskî, bretonî, oksîtanî û slsasî pêşniyazqanûneke destûrî pêşkêş kirin. Parlamenter daxwaz dikin ku Xala 2yem a Destûra Bingehîn a Fransayê bê guherrandin da ku rê li ber parastin, bikaranîn û pêşxistina van zimanan di saziyên herêmî û perwerdeyê de bê vekirin.

Du parlementerên Fransayê ji bo ku zimanên hatine marjînalkirin  di asteke bilindtir de werin parastin, pêşniyazeke nû ya guherandina Destûra Bingehîn pêşkêş kirin. Peio Dufau (parlementerê herêma Pyrenees-Atlantiques ji Sosyalîstan) û Paul Molac (parlementerê Morbihanê ya Bretonyayê ku endamê koma LIOT e) vê hefteyê pêşniyazqanûneke destûra bingehîn dan parlamentoyê. Zêdetirî 80 parlementerên ji partiyên cûda piştgirî dane vê pêşniyazê û nîqaş dê di Meclîsa Neteweyî de dest pê bikin.

Di reşbeleka hat pêşkêşkirin de daxwaza guherandina Xala 2yem a Destûra Bingehîn a Fransayê tê kirin. Xala navborî dibêje ku “zimanê Komarê fransî ye”. Ji ber vê xalê, zimanên mîna baskî, bretonî, oksîtanî û alsasî (dîyalekteke almanî) di dewletê de tu statûyeke fermî ya hiqûqî wernegirtine. Dufau û Molac diyar dikin ku ew dixwazin zimanê fransî dîsa wekî zimanê komarê bimîne, lê di heman demê de xebatên ji bo bikaranîn, pêşxistin û parastina zimanên herêmî jî di bin garantiya hiqûqîyê de bin.

Astengiyên li pêşîya zimanan

Peio Dufau di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku ev pirs bi taybetî li Herêma Baskê (bakurê Baskê) gelekî dîyar e. Li wir sazîyên herêmî hewl didin ku rola zimanê baskî û gaskonî di jiyana rojane de zêdetir bikin, lê belê nûnerên dewletê bi hinceta destûra bingehîn van xebatan asteng dikin. Tabelayên kolanan ku bi zimanê baskî (euskara) têne nivîsîn jî dibin mijara dozan. Dufau destnîşan kir ku Xala 2yem di destpêkê de ji bo parastina fransî ya di dijî bandora zimanê Îngilîzîyê de hatibû pejirandin, lê şirovekirina Konseya Destûrî astengiyên mezin li ber zimanên herêmî çêdikin.