SerupelKurdistan"Parvekirina erkê bingeha wekhevîya neteweyan e!"

“Parvekirina erkê bingeha wekhevîya neteweyan e!”

Hejmara 56an a e-kovara gihîşt ber destê xwendevanan. Di vê hejmarê de mijarên wekî veguherîna daxwaza serwerîya kurdan ji Sevrê heta Lozanê, daxwaza federalîzmê ya li Fransayê, reforma zimanî ya Hindistanê û geşedanên sîyasî yên cîhanê tên nirxandin.

Hejmara 56an a e-kovara polîtîk-civakî Kurdistanê (1-15ê Çirîya Paşîn a 2026an) ku li ser mijarên self-determînasyon, otonomî, federalîzm û parastina zimanê kurdî disekine, hat weşandin. Di vê hejmarê de pirsa bingehîn a “parvekirina erkê û xwerêveberîyê” derketîye pêş.

Dîroka nêzîk a Kurdistanê

Di beşa Kurdistan/Dîrokê de, beşa duyemîn a lêkolîna Dr. Îbram Kefensoyan a bi sernivîsa “Ji serwerîyê ber bi naskirina sînoran ve-II” cih digire. Nivîskar di vê beşê de pêvajoya ji Peymana Sevrê (1920) heta Peymana Lozanê (1923) û Biryara Mûsilê (1925) li gorî çavkanîyên navneteweyî vedikole. Herwiha, nivîs rola şêxan a piştî têkçûna serhildanan û veguherîna wan a ji serokên şoreşê ber bi navbeynkarên dewletê ve bi mînakên Tirkîye, Iraq û Îranê dinirxîne.

Li Fransayê nîqaşa navendîbûnê û krîza Korsîkayê

Mijara sereke ya bergê vê hejmarê li ser nîqaşên federalîzmê yên li Fransayê ye. Li gorî rapirsîyeke berfireh a enstîtûya IFOPê, %74ê welatîyên Fransayê dixwazin erka biryardanê di destê herêman de be û %58 jî piştgirîya komareke federal dikin. Li alîyê din, nûçeyeke din balê dikişîne ser redkirina pêşnûmeya otonomîya Korsîkayê ji alîyê Senatoya Fransayê ve.

Ezmûnên cîhanê: Hindistan, Swîsre, Amerîka û Angola

  • Hindistan (1956): Nivîsek li ser Qanûna Reorganizasyona Dewletê ya Hindistanê disekine û nîşan dide ku xêzkirina sînorên federal li ser bingeha ziman çawa aramî û demokrasîya wî welatî xurt kirîye.
  • Swîsre:Necat Ayaz û Fatoş Demîrtaş di rêzenivîsa Konfederasyona Swîsreyê de vê carê Kantona Schaffhausenê bi dîrok, aborî, demografî û sîstema wê ya polîtîk didin nasîn.
  • Amerîka û Almanya: Encamên hilbijartinên nîvdemî yên 2026an ên Amerîkayê û serkeftina Demokratan (“pêla şîn”), ligel daneyên dawî yên Almanyayê yên li ser zêdebûna deportkirina penaberan a ber bi Tirkîyeyê ve (%25,5 zêdebûn) di kovarê de cih digirin.
  • Angola: Bi boneya 51 salîya serxwebûna Angolayê, têkoşîna antî-kolonyalîst a wî welatî û pêvajoya şerê navxweyî yê 27 salan di nivîseke e-kovarê de cî girtîye.

Hejmara 56an a e-kovara Kurdistanê li ser malpera infowelat.comê dikare bê daxistin û xwendin.