Li Sûriyê pêvajoya întegrasyonê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Şamê de bi giranî dewam dike. Tevî ku hewildan hene jî, gelek mijarên wekî statuya YPJ’ê, vegera kesên ji ciyûwarên xwe hatine kirin, mijara hêsîran û mekanîzmayên îdarî hîna negihîştine çareseriyekê.
Qumandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û Berpirsiyara Karên Derve yê Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di 16’yê Nîsanê de, bi serokê hikûmeta demkî ya Şamê Ahmed Şara (Mûhemmed Colanî), wezîrê wî yê Karên Derve Esad Şeybanî û şêwirmendê wî Ziyad el-Ayiş re hevdîtin pêk anîn. Di vê hevdîtinê de her çiqasî tevî van mijaran, mijarên wekî siyaset û ewlekariya Sûriyê, pêşdebirina pêvajoya întegrasyonê û xalên divên werin pêkanîn hatin nirxandin jî, li ser mijarên li hev kirine, hîna daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.
Hin mijarên sereke yên nîqaş li ser tên kirin.
Mijara nûnertiya gelê Kurd a di rêvebirina nû ya Sûriyê de, yek ji mijarên sereke ya întegrasyonê ye. Mixabin di vê mijarê de jî nerezîbûn hene. Li gorî daxuyaniyên Şamê, li gel hejmara endamên Meclîsa Gel A Sûriyê wekî 210 hat diyarkirin jî, ji vê hejmarê 4 ji bo Qamişlo, 3 ji bo Hesekê, 2 ji bo Dêrikê û 2 ji bo Kobaniyê, tenê 11 kursî ji bo Kurdan hat veqetandin. Ev yek jî nîşan dide ku belavkirina kursiyan bi awayê adilane û demokratîk nehatiye diyarkirin. Hikûmeta Şamê di 5’ê Cotmeha 2025’an, li bajarên di bin kontrola xwe de hilbijartin li dar xistibû û 126 nûnerên ku pejirandibûn diyar kiribû. Ji Rojava û Suweydayê tu kes di nava van kesan de tuneye.
Statuya YPJ’ê mijareke din a di pêvajoya întegrasyonê de derdikeve pêş e. Şam naxwaze statuya YPJ’ê qebûl bike. Li gorî peymana di navbera rêveberiya Rojava û hikûmeta demkî ya Sûriyê, HSD wê di bin banê 4 lîvan de bên topkirin, bes ji bo YPJ’ê xaleke zelal nehatiye danîn. Ji bo zelalkirina vê mijarê, hewildan tê dayîn.
Mijarên wekî statuya fermî û perwerdehiya zimanê Kurdî, statu û naskirina dibistan û zanîngehên li Rojava ya ji aliyê hikûmeta Şamê ve, pênasekirina welatîbûn û nasnameya Kurdan mijarên din ên divên bên çareserkirin in.
Lewre, Kurdên Sûriyê di sala 1962’yan de, ji welatîbûna Sûriyê hatibûn derxistin. Rêveberiya wê demê wan wekî “ecnebî” yanî biyanî û “mektûm” yanî bêqeyd pênase kiribû û dest danîbû ser mal û milkên bi sed hezaran Kurdan.

