Li Afrîkaya Başûr dijberiya koçber û biyaniyan her diçe zêde dibe. Welatiyên Afrîkaya başûr bi hincetên ku karên wan ji destên wan digirin û dibin sedema bêkariyê û ewlekariyê dixin xetereyê, ji meha Nîsanê û vir ve, çalakiyên protestoyê li dar dixin.
Dawiya hefteyê girseyeke welatî li paytext Cape Townê hatin gel hev û bi al û pankartan meşa protestoyê li dar xistin. Protestokaran sloganên dij avêtin û ji hikûmetê daxwaz kirin ku ji bo pêşiya koçberiya derqanûnî bê girtin, bila tedbîrên tund bistînin.
Organîzatorên meşê di dawiya protestoyê de hişyarnameyeke ku daxwaz û giliyên wan tê de rêzkiribûn, pêşkêşî parlemanê kirin.
Beşdarên çalakiyê tevî ku xwe wekî “ne nîjadperest in” nîşan didin jî, ji hikûmet daxwaz dikin bila di vê mijarê de giran tev negere.
Hin çalakgeran hişyariyên wekî tehdîtê kirin, dibêjin eger rayedarên hikûmetê vê mijarê çareser nekin, welatî rêya çareseriyê dizanin, wê pirsgirêka xwe bi destê xwe çareser bikin.
Serkêşên çalakiyê daxwaz dikin, koçberên ku belgeyên wan tunene bila heta 30’ê Hezîranê Afrîkaya Başûr terk bikin.
Wekî Cape Townê li gelek deverên din jî protesto tên lidarxistin.
Serokomar Cyril Ramaphosa ji ber sedema protestoyên her diçe zêde dibin, hefteya borî ji neteweyê re axivî. Serokomar ji gel daxwaz kir bila dijminatiya biyaniyan neyê kirin û şîdet û çalakiyên derqanûnî li dij biyaniyan pêk neyîninn. Ramaphosa lewma jî got: “Li Afrîkaya Başûr ciyê dijminatiya biyaniyan, nîjadperestî, cinsparêzî, Afrofobî û her çi celebeke din a bêtehemuliyê tuneye.”
Afrîkaya Başûr xwedî nifûseke 63 milyon kesan e. Li gorî Saziya Îstatîstîkê ya Afrîkaya Başûr, piraniya wan ji welatên din ên Afrîkayê, zêdetirê 3 milyon koçber dijiyin.
Piraniya koçberan, welatên wekî Mozambîk, Zimbabve, Malavî, Nîjerya, Gana, Somalî, Etiyopya û Komara Demokratîk a Kongoyê di serî de, ji welatên din ên Afrîkayê hatine.
Tê gotin ku sedemên wekî bêkarî, xizanî, radeya sûcan, kêmaniya avahiyan, pirsgirêkên xwegihandina xizmetên raya giştî û koçberiya qaçax dibin sedema dijberiya biyaniyan.


