Hejmara 41. a e- kovara Kurdistanê hat weşandin. Hejmara dawî piranî ji nûçeyên derbarê kurdan de pêk tê.
Newrozên girseyî yên li Almanyayê, salvegera serokomarîya Talabanî ya li Iraqê, civîna Platforma Neteweyî ya li Amedê û daxuyanîya Ocalan a ku çareserîya meseleya kurd li ser xeta “Anatolya-Mezopotamyayê” mijarên beşa Kurdistanê ye.
Di beşa cîhanê de nûçeyek li ser bidawîanîna agirbesta Amerîka-Îsraîl ya bi Îranê re cî digire.
Danasîna kantonên Swîsreyê di vê hejmarê de bi Kantona Aargauyê berdewam dike.
Ev kantona almanîaxêv ji alîyê kurtedîrok, demografî-ziman, aborî û sîstema polîtîk ve bûye mijara lêkolînê.
Kurdistan berhemeke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin. Hejmara Kurdistanê ya yekemîn di 2023an de hatibû weşandin.
Nivîsên hejmara 41. ev in:
Sedhezaran kes tevlî Newroza Bonnê û Frankfurtê bûn
Yekem Serokomarê Kurd ê Iraqê: Celal Talabanî
Platforma Neteweyî ya Kurdan nexşerîya xwe ragihand
Ocalan: “Em çareserîya xwe li ser xeta Anatolya-Mezopotamyayê ava dikin.”
Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Aargauyê


