Pirtûka Ziman: Man û Neman ji alîyê Weşanên Sîdar ve hat weşandin. Pirtûk ji alîyê zimannasê kurd Samî Tan ve hatîye nivîsandin û ji çend gotarên wî yên li ser ziman pêk tê. Gotarên Tan di bin sê beşan de hatine komkirin: Dîrok û taybetîyên zimanê kurdî, peyvsazî û xweşbêjîya zimanê kurdî û rewşa kurdî û têkoşîna ji bo kurdî
Beşa yekem bi gotara dîroka zimanê kurdî dest pê dike û piştî nivîsa “Ewlîya Çelebî û Zimanê Kurdî,” bi gotareke din a ku bi pîvanên zanistî qala kurdî dike, bi dawî dibe. Beşa duyemîn ji gotarên li ser morfolojî û rewanbêjîya zimanê kurdî pêk tê. Beşa çarem de du gotarên li ser têkoşîna ji bo parastina ziman û siyaset û plansazîya ziman cî digirin.
Tevahîya naveroka pirtûkê wiha ye:
Beşa yekem: Dîrok û taybetîyên zimanê kurdî
- Dîroka Zimanê Kurdî
- Evlîya Çelebî û Zimanê Kurdî
- Rengên bingehîn ên kurdî kîjan in?
- Zimanê Kurdî Awêneya Civaka Kurd e
Beşa duyem: Peyvsazî û xweşbêjîya zimanê kurdî
- Peyvsazîya Kurmancî bi Nimûneyên ji Ferhenga
- Yusuf Ziyaeddîn Paşa (El-Hedîyye El-Hemîdîyye Fî’l-Luxat El-Kurdîyye)
- Peyvsazîya Devokên Kurmancî di Pirtûka Mackenzie de
- Peyvsazî di Wêjeya Klasîk a Kurmancî de
- Di Folklora Kurdî de Qalib û Şayes
- Lêhûrbûneke Biçûk li ser Devoka Semsûrê
Beşa sêyem: Rewşa kurîd û têkoşîna ji bo kurdî
- Rewşa Zimanê Kurdî: Kurmancî
- Di Çarçoveya Siyaset û Plansazîya Ziman


