Li Ewrûpayê radeya germahiyê gihîştiye asta rekorê. Ji ber sedema pêlên germ ên germahiyê, parzemîna Ewrûpayê havîneke germ û zuha derbas dike.
Zanyarên Ewrûpayê dibêjin Rojavayê Ewrûpayê heta niha Hezîraneke ewqas germ derbas nekiriye.
Li gorî daneyên Copernicusê, li Rojavayê Ewrûpayê dabeşkirina pîleya germahiyê di meha Hezîranê de, 20,74 C hatiye pîvandin. Tevî vê yekê,Copernicus destnîşan dike ku meha Hezîranê wekî meha herî germ ketiye qeydan.
Li welatên wekî Îtalya, Yûnanistan û Sirbistanê yên li Başûr û Rojhilatê Ewrûpayê, pîleya germahiyê di navbera 35 û 40 dereceyan de nîşan dide.
Li welatên li Rojava û Rojavayê Bakurê Ewrûpayê yên wekî Fransa, Brîtanya û Hollandayê pîleya gerrmahiyê gihîştiye 40 dereceyê. Ji ber sedema nêma zêde, welatî gelekî zehmetiyan dikişînin.
Li welatên navendê û bakurê Ewrûpayê yên wekî Almanya û Belçîkakayê û heta li Îskandînavyayê jî pîle di navbera 23 û 30 dereceyan de nîşan dide.

Her çiqasî Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê hejmara kesên ji ber sedema germahiyê jiyana xwe ji dest dane wekî 1.300 kesan radigihîne jî, raporên li ser vê bareyê destnîşan dikin ku tenê li Almanyayê, piraniya wan li ser temenê 85 salî, 4 hezar û 310 kesan ji ber sedema pêla germahiyê ya dawiya meha Hezîranê jiyana xwe ji dest dane.
Di lêkolîneke ji aliyê Zanîngeha Indianayê ya Amerîkayê ve hatiye çêkirin de tê îdiakirin ku di navbera 22-28’ê Hezîrana 2026’an de, li tevahiya Ewrûpayê zêdetirê 20 hezar kesan ji ber sedema germahiya zêde jiyana xwe ji dest dane. Di lêkolînê de tê gotin ku li Fransayê 5 hezar û 210, li Almanyayê 4 hezar û 543, li Spanyayê 3 hezar û 163 û li Îtalyayê 2 hezar û 709 kes ji hejmara asayî ya mirinan zêdetir, jiyana xwe ji dest dane.


