SerupelKurdistanHejmara 47. a Kurdistanê hat weşandin

Hejmara 47. a Kurdistanê hat weşandin

Hîndekarîya kurdî li Swîsreyê ya ji alîyê Hesen Huseyîn Deniz ve û modela serwerîya kantonan a Swîsreyê ku ji alîyê Fatoş Demirtaş ve hatine nivîsandin, du nivîsên destpêkê yên e-kovarê ne ku bi kêfxweşî dikarin bên xwendin.

E-Kovara Kurdistanê bi hejmara xwe ya 47. li ser înternetê amade ye. Nivîsên balkêş ên li ser serwerîya polîtîk û têkoşîna ji bo ziman di vê hejmarê de dikarin bên xwendin.

Hîndekarîya kurdî li Swîsreyê ya ji alîyê Hesen Huseyîn Deniz ve û modela serwerîya kantonan a Swîsreyê ku ji alîyê Fatoş Demirtaş ve hatine nivîsandin, du nivîsên destpêkê yên e-kovarê ne ku bi kêfxweşî dikarin bên xwendin.

Proseya otonomîyê ya Korsîkayê û pêşketina di statuya zimanê baskî de ya li herêma otonom a Navarrayê ya li bakurê Îspanyayê du nûçeyên din ên balkêş ên beşa cîhanê ne. Gotinên serokê ELENê David Hicks ên derbarê statuya katalanî ya YEyê de û serhildana ji bo ziman ya li Sowetoyê du nûçeyên din ên heman beşê ne.

Konfederasyona Swîsreyê di vê hejmarê de bi dosyeya Kantona Zugê berdewam dike. Agahîyên li ser coxrafya, dîrok, ziman, demografya, aborî û sîstema polîtîk a vê kantonê dikarin bên xwendin.

E-kovara Kurdistanê di 2023an û heta niha weşana xwe didomîne. Kurdistan ji 15 rojan carekê tê weşandin.

Hemû nivîsên hejmara 47.

  • Li dîyasporayê mertalê li dijî asîmîlasyonê: Hîndekarîya kurdî li Swîsreyê
  • Willensnation: Li Çiyayê Alpan modela hevjîna demokratîk
  • Korsîka nêzîkî otonomîyê ye: Gava yekemîn hat avêtin
  • Navarra sînorên li pêşîya zimanê baskî radike
  • Davyth Hicks: “Yekîtiya Ewrûpayê divê katalanî venase”
  • Soweto: Dema ku ziman bû sebeba serhildanê
  • Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Zugê