Cengiz Demirtaş
Fransa, di riya şampiyoniyê ya Kupaya Cîhanê de, di çaryeka fînala Kupaya Cîhanê ya FIFA 2026an de, Fasê (Marok) bi encama 2-0 têk bir. Bi vê serkeftinê, Fransa navê xwe li nîv fînalê nivîsand. Di pêşbirka ku li Stadyuma Bostonê ya DYAyê hat lîstin de, Fransa bi dîsîplîna lîstikê û bi êrîşên xwe yên bi bandor bû aliyê serkeftî.
Di nîveka yekem a maça duh de her du tîman jî lîstikeke bi stratejiyeke kontrolkirî meşandin. Fasê ku ewlehiya parastinê girtibû pêş, car caran bi êrîşên bilez hewl da encamê bigire. Fransa zêdetir xwediyê gopê bû û li ser reqîbê xwe zext çêkir. Kylian Mbappé di destpêka vê nîvekê de firsenda golekê di penaltiyê de winda kir. Ji ber ku her du tîman jî fersendên bi dest xistin nekarîbûn bi kar bînin, 45 deqeyên pêşîn bê gol (0-0) bi dawî bûn.
Golên serkeftinê
Fransa di nîveka duyem de kontrola lîstikê bi temamî girt destê xwe û di deqeya 60an de bi gola Mbappé ket pêşiyê. Tîma Fransayê zexta xwe berdewam kir û tenê 6 deqe şûnde, di deqeya 66an de bi gola ku Ousmane Dembélé avêt, skor kir 2-0. Di deqeyên mayî de golên din çênebûn û maç bi serkeftina Fransayê bi dawî bû. Bi vê encamê, Fransa riya xwe ya şampiyoniyê berdewam kir; Fasê jî di çaryeka fînalê de xatir xwest û vegeriya mala xwe.
Pîrozbahîyên li Fransayê
Bi fîtika dawî ya hakem re, li Fransayê herkes herikî qadan û kolanan. Li Parîsê û gelek alîyên Fransayê pîrozbahiyên ji bo serfirazîya Les Bleus (rengê şîn) hatin lidarxistin. Ji Marsîlyayê li başûrê welêt heta Lillea li bakur fîşekên hewayî hatin berdan û sirûdên neteweyî hatin xwendin.
DSerokkomar Emmanuel Macron li ser medyaya civakî dîrektorê teknîk ê tîma fransî Didier Deschamps pîroz kir ku cara sêyemîn li ser hev gihîşt nîv fînala Kupaya Cîhanê Macron wiha nivisî:
“Ez bi lîstikvanên me serbilind im û her weha pîrozbahiyê li Fasê jî dikim.”
Tedbîrên ewlehiyê
Tevî ku pîrozbahî bi aramî derbas bûn jî, Wezareta Navxweyî ya Fransayê, bi taybetî ji bo rêgirtina li alozîyê hejmareke zêde ya polîsan wezifedar kir. Ji ber ku ev maç ji bo civaka Fasî ya li Fransayê xwedî giringiyeke mezin bû, tirsa rûdana pevçûn û aloziyan hebû. Herdu tîm di nîv-fînala Kupaya Cîhanê ya Qeterê ya 2022an de hatibûn pêşberî hev û Fransa di vê maçê de Fasê 2-0 têk biribû. Loma kî alîgirên Fasê maça duh wekî derfeta tolhildanê ditîtin.



