Piştî şerê 12 rojan a sala 2025an ku bi êrişên Îsraîl û pişt re jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dest pê kiribûn, Tehranê deriyên navendên xwe yên atomê ji çavdêran re girtibûn. Peymana dawî ya ku di navbera her du welatan de hat îmzekirin, tevî ku rûpelekî nû vedike jî nakokiyên kûr ên di vê mijarê de hîn jî didomin.
IAEA: “Teftîş wê teqez çêbibin”
Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi, di daxuyaniya xwe de got ku daxuyaniyên siyasî yên berevajî hev beşek ji rastiyê ne, lê li gorî peymanê xebata nuklerî ya Îranê wê di bin çavdêriya IAEAyê de bin. Grossi wiha axivî:
“Ji bo vê yekê, divê em teftîş bikin. Çi du roj piştî niha, çi hefteyek an 10 roj şûnda be, ev ê teqez çêbibe.”
Pispor radigihînin ku Îran xwediyê ewqas uranyuma dewlemendkirî ye ku dikare heta 10 çekên nuklerî çêbike.
Îran: “Heta peymana dawî çênebe teftîş tune ye“
Li dijî daxuyaniyên Grossi, bersiveke hişk ji Tehranê hat. Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazem Xaribabadi li ser platforma X’ê ragihand ku tu hevdîtin bi Grossi re nehatine kirin û planek ji bo destûrdayîna navendên hatine bombebarankirin tune ye. Xaribabadi destnîşan kir ku ev mijar tenê di çarçoveya “peymana dawî” de û piştî gava pratîkî ya DYAyê ya ji bo rakirina hemû ambargoyan dikare were nîqaşkirin.

Trump: “Ji Hurmizê bac nayê stendin”
Li alîyekî din, di warê aborî û ewlehîya deryayî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Îranê wê ji bo derbasbûna ji Tengava Hurmizê tu bac, lêçûnên sîgorteyê yan xercên din ji keştiyan nestîne. Trump nûçeyên berevajî vê wekî “nûçeyên derewîn” bi nav kir û hişyarî da: “Heke ev agahî nerast bin, muzakere dê yekser bi dawî bibin!”
Her wiha Trump diyar kir ku pereyên Îranê yên di bin kontrola DYAyê de ji Îranê nayê şandin lêbelê wê ji bo kirîna berhemên çandinîyê yên Amerîkayê ku Îranê bi giranî hewcedariya wê pê heye, werin xerckirin.



