Rêberên pênc hêzên leşkerî yên herî mezin ên Ewrûpayê (E5) roja Çarşemê li Berlînê civiyan. Civîn amadekarîyeke berîya civîna giring a NATOyê pêk hat ku wê di tîrmehê de Tirkîyeyê bê lidarxistin. Mazûvanê civînê Şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz bû û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni û Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk beşdarê civînê bûn.
Di civînê de binê pêdivîya xurtkirina stûna Ewrûpayê ya NATOyê û zêdekirina hevkariyê di warê parastinê de hat xêzkirin. Rêberan her wiha li ser berdewamkirina piştgiriya leşkerî û siyasî ji bo Ukraynayê gotûbêj kirin.
Macron got ku pêvajoya ku di civîna G7 de dest pê kiribû, wê bi civîna NATOyê ya Enqere û hewldanên navneteweyî yên din ji bo ewlehiya Ukraynayê berdewam bike. Li gorî wî, armanc ew e ku piştgiriya ji bo Kîevê were domandin û zext li ser Moskowê were zêdekirin da ku bi awayekî cidî beşdarî muzakereyên aştiyê bibe.
Donald Tusk di daxuyanîya hevpar de got ku Yekîtîya Ewrûpayê û têkiliya transatlantîk divê were parastin. Di heman demê de, Merz diyar kir ku hemû welatên beşdar biryar dane ku fonên ji bo parastinê zêde bikin.
Di dawiya civînê de, rêberan li ser hewcedariya hevkariya nêzîk di warên çekên menzîldirêj, parastina esmanî û teknolojiyên nû yên wekî Hişê Çêkirî (AI) li hev kirin.
Hêza leşkerî ya Yekîtiya Ewrûpayê
Yekîtiya Ewrûpayê yek ji hêza leşkerî yên herî mezin ên cîhanê tê hesibandin. Li gorî hejmarên dawî, welatên endam ên YEyê bi hev re xwedî 1,4 milyon leşkeran e. Herwiha, sedhezaran hêzên rezerv jî di destê wan welatên endam de hene. Di sala 2025an de budçeya parastinê yên welatên YEyê bi giştî gihîşt 330 milyar euroyan.
Fransa yekane welata YEyê ye ku xwedî çekên nukleerî ye û di heman demê de yek ji hêzên sereke yên leşkerî yên parzemînê ye. Polonya, Almanya û Îtalya jî di nav welatên ku di salên dawî de budçeya parastinê bi lez zêde kirine de cih digirin. Polonya niha ji bo parastinê zêdetirî 4% ji Hilberîna Navxweyî Ne-Safî (GDP) xerc dike ku di nava welatên NATOyê de rêjeyeke bilind e.



