Di vê serdema ku xetereya asîmîlasyonê û windabûna zimanên hatine marjînalkirin zêde bûye de, lêkolîneke nû ya navneteweyî rol û bandora nifşê nû di parastina ziman de derxist holê. Rapor nîşan dide ku ciwan platformên dîjîtal bi kar tînin da ku zimanên xwe yên marjînal bûne li hember zextên globalîzasyonê biparêzin.
Ev rapora berfireh di çarçoveya projeya lêkolînê ya navneteweyî FOSTERLANGê de hat amadekirin. Rapor li ser cîhana dîjîtal a zimanên kêmar ên Ewrûpayê disekine. Lêkolîn balê dikişîne ser wê yekê ku berevajî nêzîkatiyên klasîk ên ku torên civakî wekî gefekê dibînin, ji bo nifşê ciwan înternet bûye amûreke xurt a vejîn û berdewamîya zimanî.
Qada modernkirin û afirînerîyê
Li gorî encamên raporê, ciwanên ku bi zimanên kêmar diaxivin di platformên mîna TikTok, Instagram, YouTube û Xê de naverokên çandî, komedî, perwerdehî û muzîkê hildiberînin. Ev xebatên dîjîtal dihêlin ku ziman ji çarçoveya malbatan û gundan derkeve û di nav jiyana nûjen a bajarî û qada giştî de bibe xwedî dengekî zindî.
Lêkolîner dîyar dikin ku bikaranîna ziman di qada dîjîtal de tenê ne çalakîyeke takekesî ye lêbelê hesteke bihêz ê civakî û piştevanîyê di navbera ciwanên herêmên cuda de ava dike.
Astengiyên teknolojîk
Tevî vê potansîyela mezin a ciwanan, rapor bala xwe dide ser hinek kêmasiyên giran ên teknolojîk jî. Şirketên mezin ên teknolojiyê û algorîtmayên torên civakî hîn jî piştgiriyeke têr nadin zimanên kêmar:
– Amûrên rastnivîsînê û wergera otomatîk ji bo van zimanan gelekî kêm in.
– Algorîtmayên platforman piranî naverokên bi zimanên serdest û mezin derdixin pêş.
Lêkolîner bang li saziyên Yekîtiya Ewrûpayê dikin ku ji bo piştevanîya teknolojîk û piştgirîya aborîyê ya nifşên nû gavên lezgîn bavêjin.
Aldasoro: Vejîna ziman bêyî dîjîtalbûn û Hişê Çêkirî ne pêkan e


