SerupelHevpeyvînAldasoro: Vejîna ziman bêyî dîjîtalbûn û Hişê Çêkirî ne pêkan e

Aldasoro: Vejîna ziman bêyî dîjîtalbûn û Hişê Çêkirî ne pêkan e

Alîkarê Wezîrê Siyaseta Ziman ê Hikûmeta Baskê Aitor Aldasoro Iturbe derbarê Federasyona Navneteweyî ya Zimanên di Pêvajoya Vejînê de nêrînên xwe yên stratejîk parve kirin. Aldasoro destnîşan kir ku vejîna ziman tenê bi siyaseta fermî nabe; divê perwerde, aborî, çand û amûrên teknolojiyê bi hev re bixebitin.

Piştî avakirina koma pêşeng a Federasyona Navneteweyî ya Zimanên di Pêvajoya Vejînê de ku zimanê kurdî jî di nav de ye, parazvanên ziman li ser xebata vê torê dixwazin zêdetir agahdar bibin. Alîkarê Wezîrê Siyaseta Ziman ê Hukumeta Baskê, Aitor Aldasoro Iturbe, detayên li ser xebata vê torê û ezmûna Welatê Baskê ya ji bo zimanên din — bi taybetî ji bo kurdî —bi Berwarnews re axivî.

Aldasoro destnîşan dike ku piştgiriya wan a ji bo vê federasyonê ne tenê alîkariyeke fînansî an sazûmanî ye, lê li gorî armanca wan a stratejîk ew dixwazin civakên zimanî bibin xwedî dengê xwe yê resen di qada navneteweyî de.

“Vejîna ziman tenê bi biryarên fermî çênebûye”

Li gorî Aldasoro, tecrûbeya zimanê baskî (euskera) nîşan daye ku dahatûya zimanekî hatîye marjînalkirin tenê ne girêdayî siyaseta zimanî ya saziyan e. Aldasoro dîyar dike ku divê gelek beşên civakê di nav vê pêvajoyê de cih bigirin.

Aldasoro Iturbe nêrîna xwe ya li ser vê yekê wiha formule dike:

“Vejandina zimanê baskî nîşanî me da ku siberoja  zimanekî tenê nakeve ser milê siyaseta zimanî. Divê dilxwazîya civakê, xebatên saziyên giştî, perwerde, partnerên civakî, cîhana karsaziyê, çand û îro jî teknolojiya dîjîtal bi hev re werin girêdan.”

Alîkarê wezîr diyar dike ku tecrûbeya Baskê nabe rasterast kopî bibe, ji ber ku her ziman xwedî xeta xwe ya dîrokî, hiqûqî û realîteya welat e; lê belê gelek prensîbên hevpar ên wekî mafên zimanî, hînkirin, bikaranîna di rêveberiyê de û çalakîyên civakî dikarin di navbera gelan de bibin ezmûn.

Eniya nû ya zimanî: Dîjîtalbûn û Hişê Çêkirî

Yek ji xalên herî balkêş ên ku Aldasoro bal dikişîne serê, guherîna qada têkoşîna zimanî ye. Di nava salan de wan li Welatê Baskê pergala hînkirina kesên gihîştî, parastina mafên zimanî di sazîyan de û bernameyên ji bo cîhana kar pêş xistine. Lê belê metirsiya herî mezin a serdemê teknolojî ye.

Aldasoro hişyariyê li ser xetereya teknolojiya nû û sedsala dîjîtal dide û wiha dibêje:

Îro em rûbirûyî astengiyeke mezin in: Dîjîtalbûn, hişê çêkirî (AI) û serdema teknolojiya ziman.Eger zimanek di teknolojiyên nû de tune be, ji bo nifşên nû wê zehmetir bibe ku wî zimanî di jiyana xwe ya rojane ya dîjîtal de bi kar bînin. Ji ber vê yekê, divê hevkarîya di navbera zimanên hatine marjînalkirin de di asta teknolojîyê de jî pêk were

Aldasoro destnîşan dike ku Hukumeta Baskê niha li ser beşdarkirina baskî di bernameyên nasîna deng, veguhestina nivîsê, chatbot û serastkerên dîjîtal de dixebite û ji bo vê yekê komkirina daneyan di navenda stratejîya wan de ye.

“Em jî ji Kurdistanê fêr dibin” 

Di dawiya axaftina xwe de, Aldasoro Iturbe destnîşan kir ku federasyon ne tenê cihê fêrkirinê ye, di heman demê de cihê fêrbûnê ye jî.

Wî derbarê piştgiriya ji bo zimanên din û kurdî û fêrbûna hevdû de van gotinan kir:

Yek ji armancên federasyonê parvekirina zanînê ye anku fêrbûna ji hev e. Gelek tişt hene ku em jî ji Kurdistan, Welatê Galê, Katalonya, Korsîka û civakên din ên zimanî fêr bibin. Ev yek alîyê herî xurt a vê torê ye.



📄 Ji bo xwendevanên ku dixwazin metna orjînal a hevpeyvînê (bi îngilîzî) bixwînin:

🔗 Ji bo daxistina metna hevpeyvînê (PDF)