Li seranserê Fransayê, alozîya di navbera rêxistinên xwendevanan û hukumetê de zêde dibe. Di rojên dawî de bi sedhezaran xwendevan li kolanên bajarên wekî Parîs, Lyon û Marseille civiyan da ku bala raya giştî bikişînin ser rewşa dijwar a aborî û pergala perwerdehiyê. Protestaya herî mezin bi tevlîbûn 250.000 kesan li paytext Parîsê hat lidarxistin.
Têkoşîna ku bi bangawaziya sendîkayên xwendevanan dest pê kir, ne tenê mijareke herêmî ye, lê belê krîzeke kûr a civakî ya Fransa û li hin welatên Ewrûpayê nîşan dide. Yek ji sedemên sereke yên protestoyan, zêdebûna lêçûnên jiyanê û zêdebûna buhayê kirê yên xanîyan e. Li gorî daneyên ku ji aliyê sendîkaya UNEF ve hatine belavkirin, lêçûnên jiyana xwendevanan di sala borî de ji 6% heta 10% zêde bûne. Lê di heman demê de alîkariyên darayî yên hukumetê li paş enflasyonê mane. Xwendevan daxwaza “dahateke xweserîyê” (revenu d’autonomie) dikin da ku tu xwendekar ji ber sedemên aborî neçar nemîne ku perwerdehiya xwe nîvco bihêle.
Pêşniyazên hukumetê
Hukumeta Fransayê dîyar dike ku ew guh dide fikarên ciwanan, lê çarçoveya budceyê rê nade her daxwaz bê pêkanîn. Wezareta Perwerdehiya Bilind ragihand ku ew plan dikin ku pakêteke alîkariyê ya lezgîn bi derfetên nû berdest bikin. Di nav van pêşnîyazab de, zêdekirina bursan bi rêjeya 5% û bisînorkirina kireya odeyên zanîngehan yên ser bi dewletê ve hene.
Lê belê, nûnerên xwendevanan van gavên hikumetê wekî “pêşniyarên pûç” binav dikin û destnîşan dikin ku heta daxwazên wan ên bingehîn neyên pejirandin, ew ê xwepêşandanên xwe ranewestînin.
Çavdêrên navneteweyî û medyaya cîhanê balê dikişînin ser wê yekê ku tevgera xwendevanan a li Fransayê rasterast dişibe nerazîbûnên dawî yên li Îspanya û Îtalyayê. Li her du welatan jî ciwan li dijî buhabûna jiyanê û kêmkirina xizmetguzariyên giştî derketibûn kolanan. Ji ber vê yekê, encamên van protestoyan dikarin bandoreke rasterast li siyaseta perwerdehiyê ya li tevahiya Yekîtiya Ewropayê bikin.
Di encama krîza kûr a modela sosyo-aborî ya Ewropayê de, nifşekî nû ku di bin siya enflasyon û bêkariyê de mezin dibe, mafên aborî û temînata civakî wekî mafekî bingehîn dibîne. Ji ber vê yekê, helwest û biryarên hikûmeta Fransayê wê nexşerêya siyaseta perwerdehî û refahê ya Fransayê û heta ya tevahiya Yekîtiya Ewropayê diyar bikin. Encamên muzakereyan ên di navbera hikûmet û tevgera xwendevanan de dikarin ji bo tevgereke civakî ya berfirehtir a li seranserê parzemînê bibin mînakeke biryardar.


