Kovara LEWergerê ya ku ji werzê carekê diweşe, di Hejmara 11’mîn de, bi temaya “DÊ” derket pêşberî xwendevanan.
Di pêşeka kovarê de weha tê gotin:
“Heza dê hêz e û nebûna wê valahiyeke nebîna ye. Valahiya dê bi tu tiştî nayê dagirtin.
Mirov dikare di jiyanê da bibe xwedî jin, mêr, zarok, malbat, heval, hogir û gelek gelek
tiştên maddî lê nebûna dê, nebûna hez û dilovaniya wê naxa dilê mirov tim kul dihêle,
kêm dihêle, hêleke mirov kût û bawî dihêle û ew “kêm”mayîn heta nefesa dawiyê dibe
rêhevaleke dilsoz, dimîne birîneke bêdê!”
Di vê hejmarê de, ji wêjeya cîhanê helbestên ku mijara wan “dê” ne bo xwendevanên Kurd hatine wergerandin.
Kovar taybetmendiya welat derdixe pêş, dibêje:
“Li welatên wekî welatê me ku şer, kuştin, qeyran, bobelat û nexasim zexta li ser jinê jê
kêm nabe, mijara dê mijareke esas, hesas û bi êş e jî.”
Lewma jî mebesta xwe weha eşkere dike:
“Bi vê boneyê, me xwest em wiha jî bibînin bê ka xelkê çawa li “DÊ” nêriye, çawa jiyaye,
çilo di ber wê da lebikiye, çi li ser gotiye, nivîsiye...”
Kovar dikare ji pirtûkfiroşan û ji ser înternetê bê bidestxistin.



