Serkeftinên “Mohra Reş”
- 2024: Pirtûka helbestan a “Mohra Reş” hat çapkirin.
- Atîna (Yûnanistan): Helbest ji aliyê projeya şanoya dîjîtal a “Lockedown Locked” ve hat hilbijartin û di Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Hunerî ya Atînayê de xelata “Senaryoya Xwerû ya Herî Baş” wergirt.
- Adar 2026 (Almanya): Wergera almanî ya pirtûkê bi navê “Dunkles Siegel” ket lîsteya Pêşniyazên Helbestê (Lyrik-Empfehlungen) yên Almanyayê û Çakar beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Leipzigê bû.
- Çiriya Paşîn 2026 (DYA): Di 2emîn Festîvala Helbestê ya Femînîst a Julia Vive de li Philadelphiayê hêjayî xelata “Pêzanîna Taybet a Navneteweyî” hat dîtin.
Helbesta “Mohra Reş” a nivîskar û helbestvana kurd Yildiz Çakar, li bajarê Philadelphia yê Amerîkayê di 2emîn Festîvala Helbestê ya Femînîst a Julia Vive (Julia Vive Feminist Poetry Festival) de bi xelata “Pêzanîna Taybet a Navdewletî” hate xelatkirin.
Festîval ji aliyê Navenda Giştî ya Jinan a Madre Tierra ve tê lidarxistin û wê 13ê Çiriya Paşîn a 2026an dest pê bike. Helbesta Yildiz Çakar di beşa “Helbest, Bîr û Berxwedan”ê de ji nav berhemên helbestvanên ji welat, ziman û çandên cuda hate hilbijartin.
Komîteya xelatdayînê bi nameyeke fermî Çakar agahdar kir û diyar kir ku wan îsal ji çar aliyên cîhanê 100 berhem wergirtine. Komîteyê destnîşan kir ku di hilbijartina “Mohra Reş” de wan xwestiye wan berheman xelat bikin ku ne tenê bi hêza xwe ya wêjeyî derdikevin pêş, her wiha diyaloga erdnîgarî, çandî û zimanî ya festîvala Julia Vive berfirehtir dikin.
Ji ber ku Yildiz Çakar ji derveyî Amerîkayê beşdar dibe, wê helbesta wê di merasîma fermî ya festîvalê de bi rêya vîdeoyeke tomarkirî were pêşkêşkirin.
Rêwîtiya pirtûka “Mohra Reş”
Helbesta mijara xelatê di pirtûka helbestan a bi heman navî “Mohra Reş” de cih girtibû ku di sala 2024an de hatibû çapkirin. Helbesta sereke ya vê pirtûkê berê jî ji aliyê projeya şanoya dîjîtal a “Lockedown Locked” ve hatibû hilbijartin û di Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Hunerî ya Atînayê de xelata “Senaryoya Xwerû ya Herî Baş” wergirtibû. Her wiha, wergera wê ya bi zimanê almanî ya bi navê “Dunkles Siegel“ di adara 2026an de ketibû lîsteya Pêşniyazên Helbestê (Lyrik-Empfehlungen) yên Almanyayê û Çakar beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Leipzigê bûbû.
Xelata “Julia Vive”
Festîvala Helbestê ya Femînîst a Julia Vive ku cara ewil di dawiya 2025an hatibû lidarxistin, ji aliyê Navenda Giştî ya Jinan a Madre Tierra (CIMMT) ve bi hevkariya Pirtûkxaneya Julia de Burgos û Festîvala Fîlm û Hunerê ya Latînî ya Philadelphiayê (PHLAFF) tê birêxistinkirin. Navê festîvalê tê wateya “Julia Dijî” û ji bo bîranîna helbestvan û têkoşera navdar a ji Porto Ricoyê Julia de Burgos (1914–1953) vî navî hatîye hilbijartin. Armanca bingehîn a festîvalê ew e ku li dijî şîdetê û kuştina jinan, helbest bibe alava berxwedanê. Xelata “Pêzanîna Taybet a Navdewletî” pêşkêşî helbestvanên derveyî parzemîna Amerîkayê tê kirin ku bi edebiyata xwe êş, bîra kolektîf û berxwedana jinan radigihînin cîhanê.
Mohra Reş
li ser latûlûtê, wek lawlaweke bijahr xwe li mala me pêçabûn çeqel û hût.
desteke tarî ji gerdûnê kom kiribû ewrên reştarî. ji dêvla baranê xwîn dibarîya.
ji dilopên xwînê xewek
û jibîrikirinek ma.
wekî qet şîyar nebin, raketin jinên rojê.
»deqa royê ya li enîyê emanet dan ji gorên kûr ên sîngê«
şikest neynika odê; kor bû dîwar; parçeparçe bû rû.
rû bû hezar û yek lûr; lûrên ji binyadan neqşandî ji loperên tarî.
tarî bû qedereke melûn, ji destê nemergên vî dîyarî.
bi ax û keser leqand dergûşa textîn, lûrand di ber xwe de dayika bêbext:
»lûr lûr! çi xweşik î, li vê gerdûna mûr.«
mor bû perda berbangê; hêdî hêdî herikî coya avê ya ji barana xwînê.
xwîn li rêyekê gerîya bo biçe mezel; gerîya li dengekî xwedayî.
kevirê şîn, kanîya çilçavî dest nedan birînên devvekirî.
wiha bû bahora sibê. di kulma xwe de germ dikir xwelîya mirinê.
car pif dikir li rûyê dinê, car vedikir paxila xwe ji ruhên xweşik û digo:
»şûrê tazî, xwînê dixwazî!«
sor bû gulên fîstanan,
ji bo her şahîyekê sê quriş lê zêde dikir.
zêde dikir jîyan,
çi qas êş û elemên dinê hebûna, wekî şekirê îdê tûrikê dil tije dikir.
tije bû çal,
ji çavên vekirî re bi kulman axa sar.
sîya mirinê ji xezebê reşahîyek li xwe dikir mêvan.
çi qas tevr û bêr bihatana ber hev,
ji bo vekirina mezelekî,
spî dibû mirin li ser hev.
bi ser hev de dikir dayika min, ji destmala çavan û digo:
»ne text hebû ne jî bext. gor hebû ne ji tu wextan …«
xwîn herîkî wekî avê. lûr lûr bi carê bû gula sor û vekir li ser sînga axê.
ên bi şev mezelan dikolan, xwînê dixwestin ji jinên fîstangulgulî.
sîya şevreşkan
wiha xwestibû bişkokên fîstanî;
bi diranên jahrî yekoyeko hildiqetand bişkokê wek kulîlkên ji axê.
bişkok, wekî gul û darê, qetîyabû ji benikê xwe,
li pişt mabû qirşikekî bêruh û bêcan.
wiha mabû bişkoka fîstanî, morîkên şîrê ji dayikê.
belawela bûbû her yek ji wan; xalîçeya odê bûbû gola xwînê,
tofanek sor jî xwe lê danîbû.
xwe lê danîbû sîyek,
di bin apoletan de parçeparçe dikirin dest û lingên jîyanê,
ji gewdeyeke qerase. qer bû şev,
sewta wê sar bû.
sar bû deng,
cemîdî ode,
vemirî lampe.
ji zeran zerek çilmisî, xwe difilitand ji mora sibê. fetisî dem, di neynika şikestî de.
venedikir çavên xwe dîwêr,
li hev nedigirt parçên rû ya yek û hezar lûr bi ser de hat.
kêlîkek dima di rû de;
li kozikê,
li wî mîxê pehn,
darvekirî bû xewna şev û rojeke ji wê çarşefa reş.
reş kiribû çavên xwe bîranîn,
hema di ber xwe de dikirin pistepist ji kêra devçeqceq;
çi qas germ e sor,
çi qas tekûz diherike xeta li dor.
dilop dike,
emr sor bi sor…
deng çû kêra hov.
bi tevî sîya xwe, rabû û rûnişt li ser merşa lûr.
kir pistepist û go:
kes dilê xwe li mirîyan xweş nake; ji çûna lûr re dinya qet deng nake.
qet deng nekir wêneyên li dîwêr,
negot kirt radyoya li ser masê ya ji dengê hemû zemanan.
dantel û qenevîçên sindoqan,
bi destê xwe kişandin zincîrên sê daran.
bêdeng bêdeng ji hev re gotin:
»bêdar bû navê qîzan, dema tunebûna keşwera dê û bavan.
loma kum, kolos û temezîyên qîzan,
wekî kewên baskoyî diketin ber lingên kujeran.«
wiha mohr kirin gorîçeyê,
ji nivîsên reş ên eniyê.
xwedê nema nîvsand qederê;
qeder bû lîstikek di destê mirovên bêmalzarok de.
loma dergûşa text dikir girî ji bo şîrê pêsîrê.
şîr şikîya di pêsîrê de, haveynê wê tahl bû,
dengê dayikê li erd û ezman berz bû:
»lûr lûr! qedera dê, çawa ji te re bû rê?«
rê bû merz, herikî girî. pêşmala dayikê bû deşteke spî.
spî bû zarokatî, wekî şitleke gulavî.
bi carê hişk bû gul, ziwa bû av.
destekî bixwîn kesax kir emrê kesperê. bi jahrê ket rez,
keşmûlên hişk man li ber dest. hatibû li me xezeb.
berf û tofan danîbûn li lefê me.
çi qas dil deng dikir,
vedigerîya dengê me li me;
tarîya lêbokê rûdinişt li ser textê me.
li ser text sar dibû jîyan û her du çavên wê
vekirî mabûn ji
neynika odê.
»lûr lûr, ka deng bike ji dûr. lûr lûr ka veke çavên xwe ji wê xewa kûr …« bi xof bû sî li şevê, bixwîn dikir rêya malê.
mal ji malzaroka xwe qut dibû; qut dibû dest,
ji destê dê.
wekî gîya top bikin, top dikirin parçên jê.
wiha parçê bû gîyan ji meytê erdê,
xwe berda ji çavên vekirî;
wiha di tarîtiyê de çû nav lat û zinaran.
di hilanîn û danîna mîştexan de,
bû wek xewna şevan. »lûr lûr! li ezmana çi bî, li erdê ew î tu. çawa ji serê memikên te
tizbî çêkirine ji xwe re bi navê xwedê, ey lûr lûr?«
Berlîn, 2020

