SerupelCivakPeymana Aştîyê ya Nepalê (2006): Çawa şerekî 10 salî bi dawî bû?

Peymana Aştîyê ya Nepalê (2006): Çawa şerekî 10 salî bi dawî bû?

Di 21ê çirîya paşîn a 2006an de, li Katmanduyê, serokwezîrê Nepalê Girija Prasad Koirala û serokê Partîya Komunîst a Nepalê (CPN) Puşpa Kamal Dahal (Praçanda) Peymana Aştîyê ya Berfireh (Comprehensive Peace Agreement) îmze kirin. Ev peyman bi fermî dawî li şerê navxweyî yê 10 salî anî. Di şer de di navbera 13.000 û 17.000 kesan de jiyana xwe ji dest dan lê li Nepalê rejîma qralîyetê ya 240 salî guherî.

📌 Bi kurtî

  • Di 2006an de şerê navxweyî ya Nepalê ku 10 sal dom kir, qedîya. Artêşa Maoîstan di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de çekên xwe berdan.
  • Derîyên sîyasetê ji tevgera Maoîst re vebû û rêveberên tevgerê ketin hukumet û parlamentoya demkî.
  • Destûra Bingehîn a nû û Meclîsa Destûrî rê li ber betalkirina qralîyetê (2008) û avakirina komara federal a demokratîk vekir.
  • Piştî 20 salan, yekbûna leşkerî ya di navbera gerîla û artêşê de û guherîna sîyasî pêk hatîye, lê edaleta veguhêz (transitional justice) hîn jî pêk nehatîye. Gelek qurbanîyên şerê navxweyî hîn li benda edaletê ne.

Partîya Komunîst a Nepalê (Maoîst) di 1996an de li dijî qralîyetê, feodalîzmê, cûdaxwazîya çînî, etnîk û zayendî serhildanekê da destpêkirin. Artêşa Rizgarîya Gel (PLA) gelek deverên çiyayî xistin bin kontrola xwe û “hukumeta gel” ava kirin. Li hember vê, dewletê zilmeke mezin li ser gel meşad û qral Gyanendra di 2005an de desthilatê bi temamî xiste bin kontrola xwe.
Di nîsana 2006an de Tevgera Gel a Duyemîn (Jana Andolan II) derket holê. Bi hevkariya heft partîyên sîyasî û Maoîstan, xwepêşandanên mezin qral neçar kir ku parlamentoyê careke din veke û desthilatê radestî sîyasetmedaran bike. Piştî wê, çend peymanên destpêkê yên ji 12 xal û 8 xalan pêk dihatin hatin îmzekirin. Bi dûv vê prosesa muzakereyan de bi biryarên 8ê çirîya paşîn a 2006an bingeha Peymana Aştîyê hat danîn.

Çi di peymana aştîyê de hebû?

Peymanê ne tenê ji çekberdanê pêk dihat lêbelê piranîya naveroka wê di derbarê guherîneke kûr a sîyasî, aborî û civakî de bû. Di encama peymanê de van gavan hatin avêtin:

  • Dawîya şer û rêveberiya çekan: Hat ragihandin kuşerê çekdarî Leşkerên Maoîst (nêzîkî 19.600 kes) di 28 kampan de hatin girtin. Çekên wan di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatin berhevkirin. Artêşa Nepalê jî ji herêmên şer vekişîyan û bi piranî di navendên leşkerî de hatin bicîkirin.
  • Qralîyet: Desthilatên qralîyetêhatin rakirin. Mal û milkên qral û malbata wî hatin netewîkirin an jî ketin bin kontrola dewletê. Biryara mayîna an jî betalkirina qralîyetê ji Meclîsa Destûrî re hat hiştin.
  • Hukumet û parlementoya demkî: Maoîst tevlîparlementoya demkî hukumeta demkî bûn.  Destûra Bingehîn a Demkî (2007) hate qebûlkirin.
  • Meclîsa Destûrî: Hilbijartinên Meclîsa Destûrî (heta nîvê 2007an, lê paşê dereng ket) wê bihatana Meclîsê divê destûreke nû nivîsandiba û qedera qralîyetê diyar kiriba.
  • Avakirinadewleteke nû: Dewleta navendî û yekgirtî divê bi awayekî demokratîk, û pêşverû ji nû ve hatiba avakirin. Cûdaxwazîya çînî, etnîk, zimanî, zayendî û herêmî divê ji holê bihata rakirin. Ev xal bingeha federalîzmê bû.
  • Mafên mirovan û edaleta veguhêz: Her du alî soz dan ku binpêkirinên mafên mirovan lêkolîn bikin, berdêlên qurbanîdane telafî bikin û nehêlin ku êşên hatine kişandin dubare bibin. Komîsyonên Rastî û Lihevanînê (TRC) û Lêkolîna Kesên Winda (CIEDP) wê bihatana avakirin.

Cîbicîkirina hukmên peymanê (2006-2015)

Peymana Aştîyê rê li ber guherînên kûr vekir. Di nîsana 2008an de hilbijartinên Meclîsa Destûrî pêk hatin û Maoîst wekî partîya herî mezin ketin parlamentoyê. Di 28ê gulanê 2008an de parlamentoyê bi 560 dengan li hember 4 dengan qralîyeta 240 salî ji holê rakir û Nepal bû komara demokratîk a federal. Gyanendra bêyî berxwedanê ji kar hat girtin û Praçanda bû serokwezîrê yekemîn ê komarê. Di 2015an de Destûra Bingehîn a nû hat pejirandin û welat bi 7 eyaletan bû dewleteke federal. mafên bingehîn, temsîliyeta rêjeya hejmarî û parastina komên xizan hatin misogerkirin. Yekbûna leşkerî jî di 2012-2013an de pêk hat: nêzîkî 19.600 leşkerên Maoîst çekên xwe danîn û 1.460 ji van ketin nava Artêşa Nepalê. Ji bo yên mayî bernameyên teqawîdbûnê û rehabilitasyonê hat amadekirin. Bi van bernameyan şervanên mixalif tevlî jîyana sivîl bûn. Bi vî awayî du stûnên sereke yên peymanê – yekbûna leşkerî û guherîna sîyasî – hatin pêkanîn.

Edaleta veguhêz pêk nehat

Piştî 20 salan, du stûnên sereke yên peymanê pêk hatine: yekbûna leşkerî û guherîna sîyasî (komar, federalîzm, tevlêkerî). Lêbelê stûna sêyemîn ku wekî “dadmendiya veguhêz” tê pênasekirin hîn jî qels e. Komîsyonên TRC û CIEDP bi salan dereng hatin avakirin û pir caran ji ber nakokîyên sîyasî û berjewendîyên partîyan û artêşê nikarin amancên danîne pêşîya xwe pêk bînin. Heta nina zêdetirî 65.000 gilî û gazin hatine tomar kirin, lê edalet heta niha ji bo gelek qurbanî hîn jî pêk nehatî ye. Pisporên Nepalê di salvegera 20emîn de jî dibêjin ku dewlet berpirsiyarîya xwe bi temamî neaniye cî û ku bêyî edalet pêk were, aştîya mayînde qels dimîne.

Pisporê şer û aştîyê Bişnu Raj Upreti di hevpeyvîneke xwe ya li ser vê mijarê wiha diaxive:

Not all provisions of the Comprehensive Peace Agreement were implemented. Transitional justice, in particular, remains largely incomplete. Conflict victims have still not received justice. This has left the peace agreement incomplete.

“Hemû hukmên Peymana Aştîyê ya Berfireh  nehatin cîbicî kirin. Bi taybetî, edaleta veguhez bi piranî nîvco ma. Edalet hîn jî ji bo qurbanên şer pêk nehatîye. Ev yek dibe sebeb ku peymana aştîyê nîvco bimîne.”

Ji International Commission of Jurists (ICJ-Komîsyona Pisporên Hiqûqê ) Mandira Şarma li ser vê mijarê wiha diaxive:

Twenty years after the peace agreement, conflict victims continue to bear the burden of the State’s failure to deliver justice.

“20 sal piştî peymana aştîyê qurbanên şer hîn jî berdêla kêmasîya dewletê ya ji bo pêkanîna edaletê didin.”

ANALÎZ

Çend dersên sereke ji Peymana Aştîyê ya Nepalê dikarin bê wergirtin:

Peymana Aştîyê ya Nepalê nîşan dide ku tevgerekî çekdarî dikare xwe bi awayekî sîyasî veguherîne û di nava sîstemeke demokratîk de cî bigire. Maoîst ji şerê çekdarî derbasî sîyaseta sivîl bûn, di hilbijartinan de bi ser ketin û di avakirina komar û federalîzmê de roleke sereke lîstin. Ev yek ne di encama di encama serkeftina leşkerî ya tevgerê de pêk hat lêbelê sebeba vê guherîna mezin lihevkirina elîtan û xurtbûna mixalefetê bû.

Li alîyekî din, heman pêvajo nîşan dide ku guherîna forma dewletê – betalkirina qralîyetê, federalîzm û guherandina pergala hilbijartinê têr nake. Nepal di 2008 û 2015an de guherînên mezin pêk anî, lê pirsgirêkên cûdaxwazîya etnîk û çînî û bi taybetî daxwaza edaleta ji bo qurbanîyan hîn jî berdewam dikin. Dema ku partîyên berê yên dijber dibin hevkarên hukumetê, berjewendîyên wan dikarin pêşî li lêpirsîna binpêkirinan bigirin. Bêyî edalet û telafîya qurbanîyan, aştîya mayînde qels dimîne û nakokî bi formên din berdewam dikin. Nepal mînaka zelal e ku aştî ne tenê bi îmzekirina belgeyan, lê bi pêkanîna sozên ji bo edalet, wekhevî û tevlîbûna sîyasî hatine dayîn, girêdayî ye.

Çavkanî

UN Peacemaker – Comprehensive Peace Agreement between the Government of Nepal and the Communist Party of Nepal (Maoist)

International Crisis Group: Nepal’s Peace Agreement: Making it Work (Report N°126)

Conciliation Resources: Two steps forward, one step back: The Nepal peace process (Accord Issue 26)

Nepal: Twenty Years After the Comprehensive Peace Agreement, Victims and Survivors still Await Justice (20ê çirîya paşîn 2026)

Nepal: A Brief Review of Nepal’s Transitional Justice (TJ) Law