SerupelCivakFlaman cejna xwe ya neteweyî pîroz dikin

Flaman cejna xwe ya neteweyî pîroz dikin

Civaka Flaman a Belçîkayê, îro 11ê tîrmehê, wekî Roja Cejna Neteweyî ya Civaka Flaman pîroz dike. Ev roj ku wekî salvegera Serkeftina Şerê Çenberên Zêrîn (1302) tê qebûlkirin, di sala 1973’an de bi fermî hat pejirandin. Di vê rojê de, sazî û dezgehên fermî yên hikumeta herêmî betlaneyê dikin û nasnameya flaman tê bibîranîn.

Îro, li herêma Flander a Belçîkayê Roja Civaka Flaman (Feestdag van de Vlaamse Gemeenschap) bi çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin. Ev roja taybet ku koka xwe ji serkeftineke dîrokî ya sedsala 14an digire, ji bo nasnameya siyasî û çandî ya herêmê xwedî girîngiyeke mezin e.

Ev dîrok wekî salvegera Şerê Çenberên Zêrîn (Guldensporenslag) ê ku di 11ê tîrmeha 1302an de nêzîkî bajarê Kortrijkê qewimiye, tê pîrozkirin. Di wî şerî de, kralê Fransayê ferman da artêşeke mezin ku serhildana gelê Brugeê ta li Flanderê bitepisîne. Tevî ku artêşa fransî ji siwaran û leşkerên perwerdekirî pêk dihat, milîsên gel ên flaman ku jimara wan nêzî 9 hezar kesî bû, serkeftineke mezin bi dest xistin. Ji ber ku piştî şer gelek çenberên zêrîn ên siwarên fransî li qadê man, navê vî şerî bû “Şerê Çenberên Zêrîn”.

Ev bûyera dîrokî di sedsala 19an de, bi taybetî di sala 1838an de ji aliyê nivîskarê navdar ê Flaman Hendrik Conscience ve di romana “De Leeuw van Vlaanderen” (Şêrê Flanderê) de hat honandin û bû sembola hişmendiya neteweyî.

Piştî guhertinên makezagonî yên li Belçîkayê di sala 1970an de, Civaka Çandî ya Holandî (navê wê yê wê demê) di 6ê tîrmeha 1973an de qanûnek pejirand. Bi vê qanûnê re alayî, sirûda neteweyî û roja 11ê tîrmehê wekî roja fermî ya Civaka Flaman hatin ragihandin. Di vê rojê de, saziyên hikûmeta Flanderê û karkerên sektora giştî di betlaneyê de ne.

Parêzgehên Flander û bajarên mezin/Nexşe: Saqib, CC BY-SA 3.0

Nasnameya flaman û statuya Flanderê

Flemîng (an jî Flaman), wekî yek ji sê komên etnîkî yên sereke yên Belçîkayê tên naskirin. Ev gelê ku bi zimanê holandî (zaravayê flamanî) diaxive, piraniya nifûsa Belçîkayê pêk tîne û rêjeya wan nêzî %60î ye.

Flander, herêma bakur a Belçîkayê ye û li ser sînorê Holandayê cih digire. Nifûsa Flanderê îro ji 6 milyonî zêdetir e. Tevî ku bajarê Brukselê di nav sînorên axa Flanderê de nîne jî, ew wekî paytexta herêmê hatiye qebûlkirin. Flander di sala 1980an de statuya herêmî bi dest xist. Piştî muzakereyên polîtîk ên ji bo federalîzmê, di sala 1993an de Flander bû herêmeke federal a di nava sîstema Belçîkayê de. Îro Flander ne tenê bi dîroka xwe, lê bi aborî, çand û pergala xwe ya xweser wekî yek ji herêmên herî pêşkeftî yên Ewrûpayê balê dikişîne.

Gotar di heman rojê de di Infowelat de hatîye weşandin