Xalên giring
Soza Tolhildanê: Mojtaba Xamaney ji bo kuştina bavê xwe soza tolhildanê da.
Gefa Trump: Trump got 1,000 moşek amade ne û eger hewla suîqestê li dijî wî bê kirin, ew ê Îranê wêran bike.
Krîza Tengava Hurmizê: Amerîka daxwaz dike ku Îran êrîşên li ser keştiyên bazirganî rawestîne.
Rewşa tenduristiya Xamaney: Mojtaba Xamaney ji dema êrîşê ve di nav gel de xuya nekiriye û tê îdîakirin ku birîndar e.
Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mojtaba Xamaney, di daxuyaniyeke nivîskî de ku di televîzyona dewletê ya Îranê de hat weşandin, ragihand ku tolhildana ji bo kuştina bavê wî Ali Xamaney “daxwaza neteweyê ye.” Mojtaba Xamaney destnîşan kir ku ew ê tola xwina bavê xwe û hemû şehîdan ji “kujerên tawanbar û rûreş” (Amerîka û Îsraîl) hilînin.
Ali Xamaney di dawiya meha sibatê de, di destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, di êrîşeke esmanî de hatibû kuştin. Ev daxuyaniya kurê wî di dema merasîmên veşartina cenazeyê Xamaney de hat belavkirin. Lêbelê, neamadebûna Mojtaba Xamaney di merasîman de gumanên mezin çêkirine. Li gorî îdîayên Amerîkayê, Mojtaba di heman êrîşa ku bavê wî tê de mirîye, bi giranî birîndar bûye û ji ber tirsa suîqestê xwe veşartî ye.
Trump: ‘1,000 moşek amade ne’
Li ser daxuyaniyên tund ên Îranê û îdîayên hewldana suîqestê ya li dijî wî, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Socialê peyameke pir tund weşand. Trump ragihand ku 1,000 moşekên Amerîkayê “hatine barkirin û nîşankirin” û rasterast ber bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatine amadekirin.
Trump diyar kir ku Îran li gelek deverên cîhanê hewl dide wî bikuje û hişyarî da ku heke rûdanek wisa çêbibe, fermanên pêwîst ji Artêşa Amerîkayê re hatine dayîn. Trump got: ” Artêşa Amerîkayê amade û xwedî hêz e ku hemû deverên Îranê bi temamî wêran bike.”



