Çalakvanê hawirdorparêz û perwerdekarê naskirî ê Ladakê, Sonam Wangchuk, li bajarê Lehê tevlî meşekê bû. Wangchuk di axaftina xwe ya meşê de êrişa par a hêzên ewlekarîyê yên Hindistanê bi bîr xist û got ku 24ê îlona sala borî “rojeke reş” bû ku di çalakîyan de 5 ciwanên wan hatin kuştin û gelek kes jî seqet û birîndar bûn.
Wangchuk dîyar kir ku ew ê piştî ku Rêberê rûhanî Dalay Lama ji Ladakê vegere, çalakîyên xwe bi awayekî xurtir bidomînin. Wangchuk got ku dadwerê ku serokatîya komîsyona lêkolînê dike, divê piştî salekê rapora xwe bi dawî bike û raya giştî agahdar bike. Piştî bûyerên sala borî Wangchuk 170 rojan di girtîgehê de hatibû girtin û di adara 2026an de hatibû berdan. Niha gelê herêmê li bendê ye ku di destpêka îlonê de civînekê di navbera desteya dîyalogê û Wezareta Karên Navxweyî a Hindistanê de bê lidarxistin.

Çima Ladak otonomî û statuyê dixwaze?
Ji bo mirov rewşa îro ya Ladakê fêm bike, divê ji guherîna siyasî ya sala 2019an dest pê bike. benerî. Berîya vê salê herêma Ladakê wekî parçeyekî herêma xweser a Cammû û Keşmîrê dihat naskirin. Di tebaxa 2019an de, hikumeta Hindistanê xala 370yî ku xweserîya Cammû û Keşmîrê nasdikir, betal kir. û Ladakê wekî “Herêma Yekîtîyê” (Union Territory) rasterast bi New Delhîyê ve hate girê da.
Ev herêma ku ji ber çand û erdnîgarîya xwe wekî “Tibeta Biçûk” tê naskirin, di destpêkê de ji ber ku ji bin serdestîya Keşmîrê derketibû gelekî kêfxweş bû. Lê belê, piştî ku herêm rasterast bi rêveberîya navendî ve hate girêdan, di nava demê de nearamîya li Ladakê zêde bû.
Daxwazên bingehîn ên Meclîsa Lehê (Leh Apex Body – LAB) û rêxistina bi navê Hevgirtina Demokratîk a Kargilê (Kargil Democratic Alliance – KDA) li ser çar stûnên mezin ava dibin. Pêşî, ew daxwaz dikin ku herêm bikeve bin Lîsteya 6an a Destûra Bingehîn a Hindistanê. Ji ber ku zêdetirî 90%ê nîfûsa Ladakê ji gelên resen ên bûdîst û misilmanan pêk tê, ev xal otonomîya çandî dide wan û rê li ber talankirina ax û jîngehê digire.

Ji alîyekî din ve, her du sazî dixwazin ku herêm ne tenê wekî îdareyeke girêdayî navendê, lê belê bibe eyaleta tam a parlamenter da ku gel bikaribe nûner û rêveberîya xwe bi xwe hilbijêre. Di vê çarçoveyê de, parastina kar û erdên herêmê jî giringiyeke jiyanîye ji bo Ladakê. Gelê herêmê dixwaze ku mafê kirîna erd û xebata di saziyên fermî de tenê ji bo nîştecîhên herêmî be da ku nîfûsa ji derve hatî nasname û çanda resen neguherîne. Her wiha, ladakî daxwaza zêdekirina nûnertîya xwe ya di parlamentoya navendî de jî dikin da ku dengê wan li New Delhîyê bi hêztir bê bihîstin.



